TEMELLÎ: HIBIJARTINA 23″Ê HEZÎRANÊ HÊVÎ DA GELAN

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di Konferansa Herêma Egeyê de axivî û got:
23’ê Hezîranê ji bo gelan bû hêviyek.
Em hemû hêzên demokrasiyê vedixwînin xeta sêyemîn.

Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê li Navenda Kongreyê ya Îzmîrê Konferansa Herêmê ya Egeyê li dar xist.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di konferansê de axivî û diyar kir ku li Tirkiyê desthilatdariyek xwedî ferasetek mafê siyasetkirina mirovan xesp dike heye û wiha got:

Tişta me 23’ê Hezîranê kir ev ferasete parçe kir.

Hilbijartin tenê ji bo serokşaredariyek bû, 23’ê Hezîranê bû hêvî, me ev hêvî da hemû gelê Tirkiyê ku li bendê bû.

Li pey vê serkeftinê fikrê HDP’ê heye.

Em bi feraseta xwe ya demokrasiyê siyaseta serdema pêşiya xwe diyar bikin.

Temellî bal kişand li ser rewşa giştî ya tirkiyê û ev tişt anî ziman:

Bi tundî bi ser gelê me ve hatin, bajarên me xera kirin.

5 hezar hevalên me hatin girtin, rojnameger, akademîsyan hatin girtin.

Divê em bi siyasetek nû li pêşiya yekê rawestin. Ji ber ku faşîzm dijminê mirovan e.

HEVSEROKÊ GIŞTÎ YÊ HDP’Ê SEZAÎ TEMELLÎ:
HDP’Ê XETA SEYEMÎN JI XWE RE HILBIHARTIYE

Gelê kurd wê li dijî faşîmzê berxwedanek biryardar û domdar bidomîne.

Hewldana rêxistinbûyîna me jî divî warî de gellek girîng e.”

Temellî da xuya kirin ku di hilbijartinê de dubendî kirin nava galan û wiha anî ziman:

Gelên Tirkiyeyê mehkûmê du riyan hatine kirin.

Îro em encamên siyaseta dubendiyê dijîn, Îro tenê rêya sêyemîn bi rêve dibe HDP ye.

Em weke HDP’ê Tirkiyeyê vedixwînin vê xetê.

HEVSEROKÊ GIŞTÎ YÊ HDP’Ê SEZAÎ TEMELLÎ:
LI DIJÎ FAŞÎZMÊ DIVÊ HER KES BIKEVE NAVA TEVGERÊ

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di dawiyê de ev bang kir:

Li dijî ferzkirinên faşîzmê, em bang li hemû civakê dikin ku bikevin nava tevgerê.

Em dikarin têkoşîn û muzakereyê bi hev re bi ser bixin.

Leave a Reply

Back to top button