Şaredariya gel a Qamişlo bi daxuyaniyekê êriş şermezar kir

Şaredariya Gel a Qamişlo, ji bo şermezarkirina gef û êrişên dewleta Tirk li herêmê, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin;
Dewleta Tirk bi hinceta avakirina herêma bi ewle ya kurahiya 30 m, êrişê herêmê dike.
Bi wê re jî demografiya herêmê diguhere û dixwaze şêniyên wê yên resen koçber bike.
Armanca van êrişan hedefgirtina projeya demokratîk a Rêveberiya Xweser e.
Şaredariyê, işaret bi bandora êrişan ên li navçeyên têne topabarankirin kir û û ev tişt anî ziman:
Bi dehan caran saziyê xizmetguzariyê hatine topbarakirin û ew jî bûne sedema qutkirina elktrîk û avê.
Di dawiyê de ev peyam hat dayîn:
Em destek didin QSD’ê, saziyên xwe yên xizmetgzarî û em ê hemû destkeftiyên rêveberiya xwe biparêzin.
Daxwaza me ji rêxitinên navdewletî jî ew e, li dijî van êrişan xwedî helwest bin.

Back to top button