Artêşa Tirk navçeya Zirgan topbaran kir

Dîsa em bi êrişên dewleta Tirk dest pê dikin.

Roj tune ku êrişî herêmê nakin.

Îro dîsa dagirkeran navenda navçeya Zirganê û gundên wê topbaran kir.

Artêşa Tirk a qirker îro navenda navçeya Zirganê bi dijwarî topbaran kir.

Her wiha gundê Til Werd û Reîbat ên rojavayê navçeyê jî bûn armanca hawan û obîsan.

Doh dernegiya şevê jî heman artêşê gundê Til Tewîla yê Til Temirê bi çekên giran topbaran kir.

Agahiyên li ser ziyanên topbaranê nehatin bidestxistin.

Ev êriş rojane tên kirin. Yên dibin armanc jî tenê sivîla in. Lê dîsa jî cîhan li hember vê bê deng dimîne.

Back to top button