Gerîlla li herêmên Zap û Metînayê bi ser çeperên artêşa Tirk de girtin. Li gorî daneyên HPG’ê, di çalakiyan de 17 leşker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî encama çalakiyên gerîlla, agahî bi raya giştî re parve kirin.
Li gorî vê;
- Li herêma Zap’ê
17’ê Hezîranê li Qada Girê Karker, di encama çalakiyên sekvaniyê yên gerîllayên jin de, 2 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.
- Li herêma Metînayê
Hêzên artêşa Tirk 17’ê Nîsanê hewl dan li derdora Girê Cûdî bicih bibin.
Gerîllayên sekvan li wan dan û di çalakiyê de leşkerek hat kuştin.
Li heman herêmê, gerîlla banga teslîmbûnê li eskerên artêşa Tirk kirin.
Ji ber ku bersiv nedan şer derket û dagirker neçar man paşde biçin.
Li devera Girê Bextiyar jî di çalakiya sekvaniyê de leşkerekî din hate kuştin.
Dîsa 17’ê Hezîranê dema hêzên artêşa Tirk hewl dan li derdora Girê Şehîd Çekdar bicih bin, bûn armanca lêdana gerîlla.
Di çalakiyê de 7 leşker hatin kuştin.
17’ê Hezîranê li Qada Girê Hakkarî jî di encama destwerdana gerîlla de, hêzên artêşa Tirk neçar man paşde biçin.
Li heman qadê, gerîllayên jin jî pergaleke kamereyên şopandinê rûxandin.
Berê êvarê jî li derdora Girê Şehîd Akîf, gerîlla li dijî hêzên dagirker rêzeçalakiyên bi bandor pêk anîn.
Di encamê de bi giştî 7 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin û pergaleke kamereyên şopandinê jî hat rûxandin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk a li hemberî çalakiyên gerîllayên wan derbên giran xwarin, êrişên xwe zêde kirin.
Li gorî daxuyaniyê, roja 17’ê Hezîranê;
Li dijî qadên gerîlla, 23 caran êrişên balafiran, 25 êrişa helîkopteran û 13 caran jî êrişa bi bombeyên kîmyewî pêk hatin.



