Li Xezayê piştî êrişa bi moşekan, balafirên Îsraîlê herêm bombebaran kir

Li bajarê Filîstînê Xezayê rewş dîsa aloz bû. Balafirên şer ên Îsraîlê şevê din hin deverên Xezayê bombardiman kirin. Artêşa Îsraîl ev êriş weke bersivdayîna avêtina moşekan ji aliyê Xezayê nîşan da.

Artêşa Îsraîlê îdîa kir ku ji aliyê Xezayê ve moşek hatine avêtin.

Li hemberî vê yekê aliyê Îsraîlî jî êrişa ezmanî pêk anîn.

Li gorî daxuyaniya artêşê,

Moşekên ku ji aliyê Xezayê ve hatin avêtin, di encama bersivdayîna pergala parastina ezmanî de hatin bêbandorkirin.

Tevî ku heta niha ti alî berpirsiyariya avêtina moşekan negirte ser xwe jî, Îsraîl ji vê êrişê Hamas berpirsiyar nîşan da.

Piştî vê bûyerê, balafirên Îsraîlê herêma navîn a Xezayê bombardiman kirin.

Li gorî îdîaya artêşa Îsraîlê, di êrişa balafiran de navendên leşkerî yên Hamasê hedef hatin girtin.

Heta niha nayê zanîn bê ka di êrişê de kuştî û birîndar hene an an.

Back to top button