Welatiyên Germiyanê li dijî êrîşa dewleta Tirk, çalakî lidar xistin

Ji bo Ferhad Şiblî û kesên ku di êrîşa Dewleta tirk a li Kelarê şehîd bûne, li ber Tipa Edlî ya Germiyanê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de êrîşa dewleta Tirk hat şermezarkirin û hat diyarkirin ku dewleta Tirk bi van êrîşan dixwaze vîna gelê Kurd bişkîne. Her wiha bang li hikûmeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê hat kirin ku li hemberî van êrîşan bê deng nemînin.

Dewleta Tirk a dagirker duh li navçeya Kelar a Germiyanê êrîşek pêk anî.

Ji bo kesên ku di êrîşê de şehîd bûne, îro li ber Tipa Edlî ya Germiyan çalakiyek pêk hat.

Bi dehan welatiyên Germiyanê, Rojavayîyên li Başûrê Kurdistanê û endamên Nûnertiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê berê xwe dan cihê çalakiyê.

Tevgera Azadî: Li Germiyanê cihê xiyanetê nîne

Di çalakiyê de, li ser navê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Cuma Kerîm axivî û diyar kir ku li Germiyan cihê xiyanetê nîne.

Evîn Siwêd: Kurd ti carî bi qetilkirinê tine nabin

Her wiha Hevseroka Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Silêmaniyê Evîn Swêd jî êrîş şermezar kir û diyar kir ku dewlet Tirk bi van êrîşan dixwaze vîna gelê Kurd ê li her çar perçeyên Kurdistanê, bişkîne.

Hizba Zehmetkêşan: Divê hikûmetên Iraq û Başûrê Kurdistanê xwe bêdeng nekin

Piştre li ser navê Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê Goran Gumarî êrîş şermezar kir û bang li hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Iraqê kir ku li hemberî van êrîşan bêdeng nemînin.

Back to top button