Gelê herêmê êrişên qirkirinê yên dewlrta Tirk şermezar dikin

Îro jî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk çalakî hebûn. Êrişên ser herêmê, başûrê Kurdistanê û Şengalê hatin şermezarkirin û li dijî êrişan peyama dewamkirina têkoşîn û berxwedanê hate dayîn.

Gelê herêmê li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, başûrê Kurdistanê û Şengalê bi çalakiyan helwest û nerazîbûnên xwe nîşan didin.

Îro jî li gelek deveran çalakî hatin lidarxistin û li dijî êrişan peyama mezinkirina têkoşînê hate dayîn.

Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê êrişên li dijî herêmê şermezar kirin

avenda Çand û Hunerê ya Minbicê êrişên li dijî herêmê şermezar kirin

Desteya Çand û Hunerê ya Minbicê li dijî plan û êrişên dagirkeriyê ya dewleta Tirk daxuyaniyek da..

Desteyê di daxuyaniya xwe êrişên dewleta Tirk yên li dijî herêmê şermezar kir.

Her wiha bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku li dijî êrişan yekîtiya xwe xurt bikin.

Ciwanên Girê Spî êrişên ser herêmê şermezar kirin

Komîteya Ciwanan a Meclisa Malbatên Şehîdan a Girê Spî bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk ya li dijî Sinûnê a Şengalê şermezar kir.

Her wiha Komîteyê di daxuyaniya xwe de sûc û binpêkirin dewleta Tirk li herêmên dagirkirî û êrişên domdar ên li ser herêmê jî, şermezar kir.

Di dawiyê de, ciwanan soz da ku ew ê bi yekdestî li hember dagirkeriyê bisekinin.

Oldaran û Partiya Yekitiya Suryan piştgirî dan QSD`ê

Çalakiya konvedanê ya ji aliyê Kongreya Îslama demokratîk ve li Qamişlo di roja 3’an de dewam dike.

Bi dehan oldar, mela û nûnerên saziyên civakî, siyasî û sivîl û Meclisa Partiya Yekitiya Suryan serdana kon kirin.

Di çalakiyê de gelek kes axivîn û sûc û hovîtiya ku dewleta Tirk bi navê Îslamê pêk tîne, şermezar kirin.

Her wiha hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm axivî û wiha got:

“Dewleta Tirk dixwaze biratiya gelan têk bibe fitneyê di navbera me de derxîne,,

Lê proje û helwesta me li dijî gefên dewleta Tirk yek e û li dijî êrişan em li pişt QSD’ê ne”

Rûspiyê Tebqayê êrişên dagirkeriyê şermezarkirin

Çalakiya konvedanê ya ‘Fezat Eşair’ piştî ku li Reqa bi dawî bû, îro li Tebqayê hate destpêkirin.

Bi sedan welatî, şêx û ruspiyê êlên Tebqayê serdana kon kirin.

Li pêşiya kon daxuyaniyek hate dayîn û hat diyar kirin ewê li dijî êriş û dagirkeriyê li kêleka QSD’ê bin.

Malbatên Şehîdan: Êrişên li ser herêmê gefan li ewlehiya cîhanê jî dixwin

Her wiha, Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Şedadê li pêşiya navenda xwe ya li navçeyê, daxuyaniyek da.

Meclisê bang li Amerîka û Ewropayê kir ku piştgiriya bi dewleta Tirk re bi dawî bikin, ji ber ku gefan li ewlehiya cîhanê dixwe û rê li ber zinîdbûna DAIŞ’ê vedike.

Jinên Dêrazorê gef û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Mala Jin a li herêma Hecîn û gundewarê wê ji bo şermezarkirin êrişên dagirkeriyê û pişgirtiya Hêzên Sûriya Demokratîk çalakiya konvedanê li dar xist.

Bi sedan şêniyê herêmê û endamên saziyên sivîl ê leşkerî tevlî çalakiyê bûn.

Beşdaran bang li civaka navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û komara Erebî kirin ku berpirsyariyên xwe li dijî êrişên dewleta Tirk bi cih bînin.

Back to top button