Evîn Cûma: Dewleta Tirk bi armancgirtina sivîlan sûcê şer dike

Dewleta Tirk di êrişên xwe yên dawî de, eşkere êrişî sivîlan dike û dike armanc.
Ji rêveberên Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê Evîn Cûma teqez kir bi armancgirtina sivîlan, dewleta Tirk sûcê şer dike.
Nivîskarê Kurd Menan Cafer jî dibêje:
“Di vî sûcî de PDK hevkar e.”
Şîrovekarê siyasî yê ji Başûrê Kurdistanê Burhan Şêx Raûf jî bang li hikumeta Iraqê kir ku li dijî zêdegaviyên Tirkiyê êdî helwestê nîşan bide.

Li pêş çavên cîhanê tevî, dewleta Tirk êrişî Başûr û Rojavayê Kurdistanê dike û her sûcî pêk tîne.

Di van êrişan de sivîlan dike armanc û komkujiyan derheqê wan de dike.

Êrişa herî dawî jî ya Kelarê bû ku 4 sivîl tê de şehîd xistin.

Têkildarî mijarê ji rêveberên Rêxistina Mafên Mirovan a herêma Cizîrê Evîn Cûma axivî û anî ziman dewleta Tirk bi armanckirina sivîlan, sûcê şer dike.

Evîn Cûma dazanîn ku hêzên navdewletî ji bo berjewendiyên xwe çavên xwe ji sûcên dewleta Tirk digrin.

Rêvebera Rêxistina mafê mirova ya Herêma cizîrê tekez kir gel wê bêdeng nemîne û hesab ji dewleta Tirk a dagirker were xwestin.

Nivîskar Menan Cafer: Di komkujiyên li ser Kurdan de PDK hevkar E

Nivîskarê Kurd Menan Cafer diyar kir dewleta Tirk bi hevkariya PDK dixwaze Kurdên azad ji holê rake.

Nivîskar Menan Cafer dawî li dijî hevkariya wê ya bi Tirkiyê re ev peyam da PDK’ê:

Şêx Raûf: Divê Iraq li dijî zêdegaviyên Tirkiyê xwedî helwest be

Şîrovekarê siyasî yê ji Başûrê Kurdistanê Burhan Şêx Raûf jî êrişên li ser Şengal û Kelarê şermezar kir û got:

“Dewleta Tirk a dagirker sivîl û kesên ku serdana Başûrê Kurdistanê dikin, dike armanc.

Ev yek binpêkirina serweriya Iraqê ye.

Şîrovekarê siyasî Buhran Şêx Raûf bang li hikumeta navendî ya Iraqê kir ku li dijî zêdegaviyên Tirkiyê serweriya Iraqê biparêze.

Back to top button