Cîgirê seroka meclisa MSD’ê Elî Rehmûn: Parastina Sûriyê erka hemû hêzên Sûrî ye

Cîgirê Seroka Meclisa Rêveber a MSD’ê Elî Rehmûn dibêje:
” Mijara parastina Sûrî erka hemû hêzên Sûriyê ye.
Li dijî her dagirkeriyekê ji aliyê Tirkiyê ve, wê QSD û MSD’ê bi hemû hêza xwe kar bikin.”

Alî Rehmûn anî ziman ku her dagirkeriyeke nû ji aliyê Tirkiyê ve wê tevahî hewldanên bi armanca çareseriya siyasî, nemaze biryara navneteweyî ya 2254’an ji holê werin rakirin û got:

“Ji bo pêşîgirtina li dagirkeriya Tirkiyê; daxuyaniyên ragihandinê têrê nakin, pêwîstî bi destwerdaneke leşkerî heye, divê koalîsyona navdewletî gavên leşkerî bavêje.”

Elî Rehmûn da zanîn ku her gefeke dagirkeriyê ya Tirkiyê destpêkê li dijî xaka Sûriyê ye, ji ber vê mijara parastina Sûrî erka hemû hêzên Sûrî ye.

Cîgirê Seroka Meclisa Rêveber a MSD’ê Elî Rehmûn dawiyê got:
“MSD û QSD’ê jî wê bi hemû hêza xwe di qadên siyasî, leşkerî û dîplomasî de li hemberî dagirkeriya Tirkiyê bisekinin.”

Back to top button