LI EFRINÊ ÇARENÛSA BÊTIRÎ 1000 SIVÎLÊN REVANDÎ NEDIYAR E

Hovîtiya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve tên kirin, hemû hevpeymanên qanûnî û exlaqî derbas kirine.
Artêşa dagirker û çeteyên wê roj namêne ku şêniyên Efrînê narevîne û na kuje.
Bêdengiya cîhanê jî dewam e.
Meha Hezîranê jî weke mehên din tije kiryarên hov derbas bû.
Di vê der barê de, ajansa Hawarê (ANHA) û li gorî agahiyên ketine dest, bîlançoyek weşand.

Kiryarên der-mirovî yên li ser şênî û xwezaya Efrînê tên kirin dewamin.

Di vê der barê de, ajansa Hawarê (ANHA) hin kiryarên çeteyên dagirkeriya Tirk ên di meha Hezîranê de pêk anîne, belge kirin.

11 Hezîranê, şêniyên bi navê:

– Cîger Hebeş û
– Neş’et Ebdul-Rehman ên ji gundê Hebo yê Mabata hatin revandin.

19 Hezîranê jî, şêniyên bi navê:

– Ibrahîm Xelîl Cemkî
– Mustafa Reşîd Yûsif
– Zekeriye Ibrahîm Naso
– Mihemed Ehmed Hebeş
– Se’îd Abdîn Cemkî
– Nesret Entabî Mihemed
– Reşîd Nûrî Hebeş ên ji gundê Ereba yê Mabatayê, hatin revandin.

Her wiha şêniyên bi navê:

– Fîras Ezet Henan
– Elî Henîf Omer
– Mustafa Behcet Yûsif ji aliyê dagirkeriya Tirk ve beriya demekê hatibûn revandin.

Di heman demê de, çeteyên dagirkeriyê bi ser gundên Keferdelê, Tilifê, Kefer Zîtê, Gundê Gazê û Kifêrê yên Cindirêsê girt.

Li gorî agaihyên ketine destê ajansê navê kesên hatine revandin wiha ne:

– Zuhêr Ezîz
– Elî Gule Xeyrî
– Ednan Ebdo Hemo
– Mihemed Ferîd
– Xelîl Hesen Ebdo
– Mihemed Hesen
– Omer Mihemed Hesen
– Beşar Mihemed Hesen
– Ebdo Mehmûd ên ji gundê Kefer Zîtê û
– Dijwar Mecîd ê ji gundê Tilifê

21 Hezîranê jî, çeteyan şêniyên bi navê Mesûd Ehmed Hacî û bavê wî li ber Gola Meydankê revandin.

EFRÎN – BINPÊKIRIN
PIŞTÎ KUŞTINA BAVÊ WÎ ÇARENÛSA MIHEMEDÊ 9 SALÎ HÎNA NEDIYAR E

Ji xwe revandina her sê sivîlan li ser riya Ezazê ku di nav de zarokekî 9 salî jî hebû, nayê jibîrkirin.

Weke tê zanîn çeteyan Reşîd Hemîd Xelîl kuştin, lê hema çarenûsa kurê wî Mihemed hîna nediyar e.

Li hember bêdengiya sazî û rêxistinan, dayîka Mihemed, Xaliye Silêman tevî herdu kurên wê: Hemîd ê 15 salî û Durmuş ê 14 salî nerazîbûnên xwe yên tund nîşan dan.

EFRÎN – ŞEWITANDIN
LI SER ŞOPA DAIŞ’Ê ÇETEYÊN DAGIRKERIYA TIRK 1500 DARÊN ZEYTÛNÊ ŞEWITANDIN

Dîsa, çawa ku çeteyên DAIŞ’ê zeviyên ceh û genim li bakur û rojhilatê Sûriyê şewitandin, li Efrînê jî, çeteyên dagirkeriya Tirk heman rêbaz meşandin.

Di meha Hezîranê de, çiyayên;

– Kunê Heftêr
– Taqê Zêra
– Henê Evdê
– Yagmûr Dede ên gundê Behdîna yê Mabatayê şewitandin.

Her wiha şewat gihişt daristanên gundên Dêwrîş û Mûskê yên Recoyê.

Ji bilî daristanan, nêzî 1500 darên zeytûnê jî ji aliyê çeteyan ve hatin şewitandin.

Leave a Reply

Back to top button