
Desteya Perwedeyê ya herêma Cizîrê û Zanîngeha Rojava li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker daxuyanyuek dan û peyama parastina ax û destkeftiyan dan.
Di daxuyaniyê de Desteya Perwedeyê û Zanîngeha Rojava destkeftiyên şoreşa rojavayê Kurdistanê ku pergala perwerdê jî yek jê ye, bi bîr xistin û ev gotin:
Dewleta Tirk xwe li ber aramiya herêmê ranagire, lewre bi her awayî êriş dike û pergala rêveberiya xweser û perwerdê armanc dike.
Her wiha îşaret bi kirinên dermirovî ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî pêk tîne jî hat kirin û hat teqezkirin ew ê bi her awayî xwedî li pergala xwe derkevin û biparêzin.