HRE: LI ŞÊREWA LEŞKEREK HATE KUŞTIN 3 JÎ BIRÎNDAR BÛN

Li dijî êrîş û dagikeriya dewleta tirk a li Efrînê Hêzên Rizgariya Efrînê derbên mirinê li dewleta Tirk a dagirker didin.
Di çalakiyên li Efrîn û derdorên wî de leşkerek dewleta Tirk a dagirker hate kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî çalakiyê daxuyaniyek nivîskî weşand û ev agahî parvekir:

25 Hezîranê Hêzên Rizgariyê li gundê Cilbirê yê naçeya Şêrewa li dijî navendeke leşkerên dewleta Tirk a dagirker çalakiyek pêk anîn.

Di encamê çalakiyê de leşkerek hate kuştin 3 leşker jî bi giranî birîndar bun.

Leave a Reply

Back to top button