Di tûra 2. a hilbijartinan de çav li Koalîsyona Nûpes e

Welatiyên Fransa ji bo diyarkirina parlamenterên xwe careke din çûn ser sindoqan.
Di hilbijartinê de, çav li ser kolîsyona Nûpes û partiya Serokomar Macron Ensemble e. Encamên tûra duyemîn ji bo Macron destpêka serdemek dijwar nîşan dide.

Di hilbijartinên tûra yekem a yeksema bori pêk hat de, koalîsyona Serokomar Emmanuel Macron “Ensemble” (Bi hev re) ji sedî 25,75’ê dengan li pêş bû.

Koalîsyona ji partiyên çep Nûpes jî ji sedî 25.66 ê dengan wergirt û di rêza duyemîn de cih girt.

Koalîsyona Nupes ji Ekolojiya Nû û Yekîtiya Gelan a Civakî ji La France Insoumise (LFI), Partiya Komunîst a Fransa (PCF), Partiya Sosyalîst (PS) û Ekolojiya Ewropa- Keskan (EELV) pêk tê.

Rêjeya kesên ku di tûra yekem a 12’ê Hezîranê de neçûn ser sindoqan, ji sedî 52,49’an ku di komara 5. de tevlîbûna herî kêm bû.

Di tûra duyemîn de wê helwesta aliyên nediyar, serketinê diyar bike.

Di formên rapirsî yên hatine kirin de, Emmanuel Macron wê di parlamentoyê de herî zêde kursiyan bidest bixe.

Li parlamentoya Fransa 577 kursî hene.

Lê bidestxistina piraniya mutleq a pêwîst a ji 289 kursiyan ji bo Macron di xetereyê de ye.

Tê texmînkirin ku koalîsyona Ensembleyê di navbera 255 û 295 kursiyan de bigire.

Nupes dikare di navbera 150 û 210 kursiyan bigire.

Hilbijartin saet 8:00’an despê kir.

Bang li 48.7 milyon hilbijêrî hate kirin ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin.

Dengdan wê di navbera saet 18:00-20:00 de biqede.

Encamên despêkê tê payîn wê saet 20.00’an de bê parvekirin.

Serokomar Macron di banga xwe ya ji bo xwestina dengan de wiha got: “Em di serdemeke hilbijartinê de ne û hilbijartinên mezin tu carî bi dengnedanê nayên kirin.”

Rewşa heyî jî weke serketineke koalîsyona çep tê dîtin.

Serokê LFI Jean-Luc Melenchon ku pêşengiya koalîsyona Nupes dike, ji hilbijêran jî xwest ku “biçin ser sindoqan” da ku koalîsyona çep dengê piraniyê bi dest bixe.

Koalîsyona çep dixwaze Melenchon wekî serokwezîr were hilbijartin.

Ji sala 1958’an ve 3 caran serokomar, kesek ji muxalefetê weke serokwezîr erkdar kiriye.

Ji aliyê din ve, partiya rastgiriya tund a Eniya Niştimanî (RN) pêşveçûna xwe didomîne.

RN a ku di tûra yekemîn de bi sedî 18,68 dengan bû sêyemîn, di tûra duyemîn de li 200 herêman cih girt.

RN niha xwedî 8 parlementeran e.

Lê ji bo di parlamentoyê de weke kom cihê xwe bigrin, divê herî kêm 15 kursiyan qezenc bikin.

Back to top button