Însiyatîfa Azadî ji Ocalan re: Nikarin bi tecrîdê û êrîşan îradeya gelê Kurd bişkînin

Endamê Însiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re Ferzende Mûnzûr got, yên ku nikarin berxwedana li Îmraliyê bişikînin, hewl didin bi tecrîd û êrîşan, îradeya gelê Kurd bişkînin. Lê wê nikaribin encamê bi dest bixin. Ji parêzerên Rêber Ocalan Ozgur Erol jî diyar kir ku tecrîd êdî nayê qebûlkirin.

Tecrîda girankirî ku dewleta Tirk li ser Rêber Ocalan ferz kiriye, dewam dike.

Nerazîbûnên li dijî tecrîdê jî her ku diçin zêde dibin.

Endamê “Însiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re” Ferzende Mûnzûr anî ziman ku dewleta Tirk li gel tecrîda li ser Rêber Apo li Kurdistanê êrişên giran dike.

Mûnzûr diyar kir, yên ku nikarin berxwedana li Îmraliyê bişikînin dixwazin bi sîstema tecrîd û êrişan îradeya gelê Kurd, bişikînin, lê ev kiryarên wan bê encam dimînin..

Endamê “Însiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re” Ferzende Mûnzûr di dawiyê de got: “Rêber Apo kilîda çareserî û aştiyê ye.”

Ji parêzerên Rêber Apo Ozgur Erol: Tecrîda li Îmraliyê êdî nayê qebûlkirin

Ji parêzerên Rêber Apo Ozgur Erol jî got: “Abdullah Ocalan ji bo jiyana hevpar a gelan her tim bi kûrahî û cidî xebitî ye. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêşniyarên çareseriyê yên berfireh kiriye.”

Erol diyar kir ku Tecrîdkirina mirovan ji hemû mafên xwe, ferzkirina jiyaneke bi vî rengî, êdî ne tenê ji aliyê hiqûqî û siyasî ve, her wiha ji aliyê însanî ve aliyekî wê yê bê qebûlkirin nîne û got: “Demên ku tecrîd hate şidandin, Tirkiye ji her alî ve ketiye nava krîzê.”

Back to top button