Şehîd Ferhad Şibilî 30 sal.rêwîtiyeke têkoşerekî Kurdistanê

Şehîd Ferhad Şiblî di nava tevgera kurdistanê de û heta şoreşa rojava her di nava tevgerê de bû û xebat da meşandin. Nêzî 30 salî mijûl bû û pêşengî di şoreşê de kir. Di nava Rêveberiya xweser de jî xwedî rol û pêşenbû.Kurte jiyana şehîd Ferhad di vê dosyê de em bibînin.

Di nava tevgeriya Rizgariya Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê di avakirina Rêveberiya Xweser de cih girtiye..

Xwedî bandoreke mezine di nava gel de..

Parçeyek ji laşê xwe daye..

Hisên Şibilî..

Bi Ferhad Dêrik dihat nasîn..

Sala 1977 li Dêrikê çavê xwe li dinê vedike..

Asta seretayî ya xwendinê li dibistana Rifet Hacî Sirî û ya navîn jî li dibistan Ibrahîm Mesûd dixwîne..

Tevlîbûna nava Tevgera Azadiyê

Ferhad hîna di asta navîn a xwendinê de bû, bi tevgera azadiya Kurdistanê bandor dibe..

Lewma sala 1993’an tevlî nava tevgerê dibe û navê Ferhad Şibilî li xwe dike..

Piştî wê bi 4 salan ango Nîsana 1997’an dewreyeke perwerdê li ber destê Rêber Abdullah Ocalan dibîne û berê xwe dide çiyayên Kurdistanê..

Li herêmên parastinê yên Medyayê weke gerîlayekî têkoşîna xwe didomîne..

Lê belê, sala 1997’an li Çiyayê Garê birîndar dibe û lingekî xwe winda dike..

Ji lewre derbasî Silêmaniyê dibe û li nexweşxaneya wê derê xwe derman dike..

Vê rewşê bandor li vîn û armancên Ferhad Şibilî nekir..

Wî jî rêwîtiya malbata xwe ya welatparêz dewam kir û ranewestiya..

Bê sekin û hedan, cihê xwe di her gaveke xweşî û zehmetiyê de girtiye..

Sala 2000’î de, careke din vedigere Rojavayê Kurdistan û Sûriyê..

Li bajarên Qamişlo û Hesekê xebatên rêxistinî û siyasî dikirin..

Lê belê, ji ber tevgera wî ya zêde, ket çavê Rejîma Baas û sala 2003 tê girtin..

Û ji ber kêmbûna belgeyan li ser wî, piştî demekê serbest tê berdan..

Di heman salê de, tevlî nava Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê dibe û li Efrîn û Helebê karê rêxitinî didomîne..

Û sala 2005’an beşdarî kongreyê duyemîn ê partiyê dibe.

Di heman salê de, vedigere Efrînê û heta sala 2006’an jî, karê berpirsiyariya çalakiyên PYD’ê li Heleb û Efrînê dimeşîne..

Sala 2007’an derbasî Herêma Cizîrê dibe û heta salekê karê siyasî û rêxstinî pêk tîne..

Piştre, berê xwe dide çiyayên Kurdistanê…

Li wir jî têkildarî Netewa Demokratîk û ji parznameyên Rêber Ocalan perwerdeyê dibîne û tê de kûr dibe..

Sala 2010’an dîsa tê Rojavayê Kurdistanê û têkoşîna xwe ya şoreşgerî li Efrîn û Helebê didomîne..

Ferhad Şibilî û Şoreşa Rojava

Bi pêxistina çirûka destpêkê ya Şoreşa Rojava ji Kobanê, Ferhad Şibilî derbasî herêma Cizîrê dibe..

Ew yek ji damezrênerên Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê ye..

Li Cizîrê xebatê dimeşîne û pêşengiya çalakiyên şoreşê dike..

Bi taybet di warê avakirina komîn û meclisan de, bi roleke çalak radibe..

Piştî wê bi du salan derbasî Herêmên Efrîn û Helebê dibe..

Li wir risteke bingehîn di warê rêxistinkirina gel, komîn, meclis, sazî û rizgarkirina Efrînê de gerandiye..

Ji lewre, berê xwe dide Kobanê, Girê Spî û Minbicê..

Piştî rizgarkirina deverekê, Ferhad Şibilî yekser derbasî wê dibû.

Herî dawî Ferhad Şibilî çi kar dikir?

Sala 2018’an cihê xwe di avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî de girt û ji ber zanebûna ideolojî, felsefî û rêxistinî, hêja hat dîtin ku bibe şêwirmendê rêveberiyê.

Piştre jî, bû cîgirê hevseroktiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser..

Navê Ferhad Şibilî ji kû hatiye?

Ferhad, di malbata xwe de, Ferhadê sêyemîn e ku di rêya azadî û serfiraziyê de şehîd dibe, lê belê weke Ferhad Şibilî yê duyemîn e.

Sala 1993’an apê wî Şibilî Ezîz Şibilî bi nas nasnav Ferhad Şibilî li Metînayê şehîd dibe..

Ji lewre bi apê xwe bandor dibe û ew jî bi navê Ferhad Şibilî tevlî nava tevgera azadiya Kurdistanê dibe..

Sala 1998’an Ebdulezîz Şibilî bi navê tevgerî Ferhad li Erzeromê, Elî Mihemed Şibilî bi navê tevgerî Ferhad sala 2014’an li Mebrûka, Îsam Hacî Şibilî bi navê tevgerî Îsam 2015’an li Şengalê şehîd dibin..

Şehnaz Seîd Şibilî jî bi navê tevgerî Zozan sala 2003’an li Xinêrê şehîd dibe..

Herî dawî jî Hisên Şibilî, Ferhad Şibilî 17’ê Hezîrana 2022’an di bombebarana dewleta Tirk de, li devera Kelarê ya Silêmaniyê şehîd dibe.

Ferhad Şibilî û 4 şehîdên malbata xwe, axa Kurdistanê bi xwîna xwe avdane û mora xwe li rêwîtiya azadiyê xistine..

Ferhadekî din ê şehîd li cangoriyên azadiyê zêde dibe û doza serketinê bi hêz dibe..

NAV: HISÊN ŞIBILÎ
NAVÊ TEVGERÎ: FERHAD ŞIBILÎ
NAVÊ DAYÎKÊ: ŞÊRÎN OMER
NAVÊ BAV: HACÎ ŞIBILÎ
CIH Û DÎROKA JIDAYÎKBÛNÊ: DÊRIK/1977
CIH Û DÎROKA ŞEHADETÊ: SILÊMANIYÊ/2022

Back to top button