Li Ewropa germahiya herî zêde heye

Li Ewropa pêla germahiyê ya herî zêde ye û li Asya jî baran dibarin.Li hinek welatên Ewropa germahiya îsal, ev 70 sale nehatiye dîtin. Li Hindistan û Bangladeş ji ber barana zêde lehî rabû. Ji ber lehiyê gelek kesan jiyana xwe ji dest da û bi milyonan jî zirar dîtin.

Sîstema ekolojiyê ji ber çavbirçîbûna sermayedaran têk diçe.

Guherîna avhewayê li seranserê cîhanê bi rengên cuda xwe dide nîşandan.

Doh li gelek deverên Almanyayê mirov ji ber germê xwê dan û berê xwe dan birkên avê.

18’ê Hezîranê bi germa 37.1 pileyî bû roja herî germ a salê.

Li gorî Servîsa Hewayê ya Alman (DWD) piştî nîvro li Baden Wurttembergê û Bad Kreuznachê, li Rheinland-Plazê li Waghaeusel-Kirrlachê germahî gihîşt 37 pileyî.

Lê belê rekora germahiyê ya li Almanyayê ji vê astê bilindtir e.

Li gorî DWD’ê 25’ê Tîrmeha 2019’an li Duisburg û Tonisvorstê (nêzî Krefeldê) asta germahiyê bi 41.2 pileyî hatibû pîvandin.

Ji ber germahî û hişkesaliya heyî, li gelek deverên Almanaya metirsiya derketina şewatê heye.

Wezîrê Tenduristiyê yê Federal Karl Lauterbach hişyarî da ku divê hay ji extiyaran hebe.

Ji ber hewayê gelekî kesan berê xwe dan peravan.

Li Spanyayê germahî bêtirî 44 pileyî ye

Li Spanyayê ji sala 1950’î ve germahiya herî bilind a bi 44 pileyî hate pîvandin.

Rekora germahiya vê demê roja Şemiyê li Andujar û Endulusê bi pileya 44.2 û 44.3 hate pîvandin.

Li Fransayê pileya germahiyê gihişt 43’an

Li Fransayê germahiya zêde doh gihîşt 43 pileyî.

Servîsa meteorolojiyê Meteo France ragihand ku ev rewş bi rastî jî rewşeke kêmdîtî ye.

Li Yewnanistanê rewş hinekî cuda ye.

Li vê derê li gelek herêman mirov hîn neçar in bi sîwanê bigerin.

Li bakur û rojava tê payin ku dawiya hefteyê bi baranê derbas bibe.

Li Fransayê pileya germahiyê gihişt 43’an

Li parzemîna Ewropa germahî û li ya Asya jî bi baran û lehiyî guherîna di rewşa avhewayê de dide nîşandan.

Li eyaletên Assam û Meghalaya yên Hindistanê di nava 2 rojên dawî de 62 kesan ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan.

Hat ragihandin ku ji ber lehî û şemitîna axê, ji 6’ê Nîsanê ve li Hindistanê 54 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li Bangladaşê lehî rabû

Li Bangladeşê ji ber bahoza mûsonê bi dehan kes mirin û lehî rabû.

Baranê bandora xwe li ser jiyana milyonî kesî kir.

Back to top button