Rewşa li herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin her diçe kambax dibe. Li wan deveran komên çete bi hev ketin û tê gotin dê komên Cebhet El-Nûsra li Efrînê bên bicihkirin. Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûriyê Ibrahîm Şêxo diyar kir ku Rûsyayê jî derbaskirina van çeteyan li nava Efrînê, erê kiriye.
Li herêmên ku dewleta Tirk û çeteyên xwe dagirkirine, alozî û tevlihevî her diçe zêde dibe.
Bi taybet li gund û navçeyên Efrîna dagirkirî.
Jiyana welatiyên li wir mane, di nava xeteriyeke mezin de ye.
Dagirker li van herêman kirinên dermirovî li dijî xelkê û xwezayê pêk tînin
Li aliyê din ev çete bi xwe jî gelek caran li ser parvekirina xêr û bêra van herêman, yan jî li ser parvekirina diziya mal û milkên şêniyan, bi hev dikevin.
Gelek caran di şerê di navbera wan de derdikevin çekên giran jî tên bikaranîn û jiyana welatiyan dixin xeteriyê.
Li navçeya şêrawa ya Efrînê şer di navbera çeteyan de derket
Li gor agahiyan di vî şerî de gelek çete hatine kuştin .
Hat ragihandin çeteyên Tehrîr El-Şam gundên Basûfan û Beiyê û benda kontrolê ya gundê Xezawiyê kontrol kirine.
Ibrahîm Şêxo: Rûsya bicihkirina çeteyên Cebhet El-Nusra li Efrînê erê kiriye
Derbarê vê tevliheviyê de, Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûriyê Ibrahîm Şêxo tevlî bernameya Îroj a Ronahî Tv bû.
Şêxo diyar kir ku sedema şerê ku derketî ne diyar e, lê tê pilankirin ku çeteyên Cebhet El-Nusra li Efrînê bi cih bikin.
Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûriyê Ibrahîm Şêxo da zanîn ku Rûsya derbaskirina çeteyên Cebhet El-Nusra li nava Efrînê, erê kiriye.