Asya Ebdullah û Salih Muslim bûn hevserokên nû yên PYD`ê

Di 9. Kongreya Partiya Yekitiya Demokratîk a PYD’ê de hevserokên nû yên partiyê hatin hilbijartin.

Duh li Hesekê 9. Kongreya PYD’ê bi beşdarbûna 700 delegeyan hatibû destpêkirin.

Di roja duyemîn a kongreyê de Asya Ebdullah û Salih Muslim wekî hevserokên nû yên partiyê hatin hilbijartin.

Kongrê bi hilbijartina endamên meclisa giştî ya 145 endaman didome, piştre dê endamên Komîteya Disîplînê ya partiyê were hilbijartin.

Tê payîn ku wê kongre bi encamnameyekê bi dawî bibe.

Back to top button