Li Babê komên çete bi hev ketin

Li deverên dagirkirî ku bûye navenda şerê di navbera çeteyan de rojane ew çete bi hev dikevin .
​​​​Vê carê çete li taxa Nehda ya bajarê Babê yê dagirkirî, bi hev ketin.

Çavkaniyên xwecih ji ajansa Hewarê re diyar kirin ku di navbera çeteyên ”Ehrar El-Şam” û ”Ceyş El-Îslam” yên girêdayî dewleta Tirk de şer derket.

Çavkaniyan eşkere kir ku şer li taxa Nehda ya bajarê Babê yê dagirkirî li bakur rojhilatê Helebê rû daye.

Li gelek herêmên dagirkirî mîna Efrîn, çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi hev ketin .

Di encamê de gelek ji wan hatin kuştin û birîndar bûn.

Her wiha sivîl jî bûn qurbaniya wan şeran.

Back to top button