Cenazeyê cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd Ferhad Şiblî gihişt Dêrikê û bi girseyî hate pêşwazîkirin.
Karwanê cenaze doh êvarê gihişt Rojavayê Kurdistanê.
Karwanê cenaze li deriyê Sêmalkayê ji aliyê bi hezaran şêniyên Dêrik û Girkê Legê ve bi hêrsekê mezin ve hate pêşwazîkirin.
Piştre bi navê malbata şehîd Ferhad Şiblî, Yûsif Hacî axivî û got:
“Ferhad aşiqê azadiyê bû, ji bo welatê xwe têkoşiye û bi şehadeta xwe bû dîrokek ji bo gelê Kurd.”
Dayîka heval ferhad jî bang YPG, YPJ, QSD’ê kir ku tola kurê wî hilînin û bang li gelê başur kir ku dawî li xiyaneta PDK’ê bînin
Piştre karwanê cenaze ber bi Dêrikê û li wir ji aliyê bi sedan kesî ve hate pêşwazîkirin û bi diruşmeyên dilsoziya bi şehîdan re birin nexweşxaneya Dêrikê.