Bedran Çiya Kurd: Divê hikûmeta Başûrê Kurdistanê lêpirsînê bide destpêkirin

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku der barê buyera şehîdkirina Ferhad Şiblî û hevreyên wî de dest bi lêpirsînê bikin û encamên wê ji raya giştî re ragihînin.
Çiya Kurd ji partiyên siyasî û gelê Başûrê Kurdistanê jî xweset ku li hember siyasetên dewleta Tirk û hevkarên wê helwest nîşan bidin.

Li Başûrê Kurdistanê ji bilî sivîlan heta niha li dijî pêşeng, şoreşger û siyasetmedarên Kurd gelek êriş pêk hatine.

Hemû jî ji aliyê dewleta qirker a Tirk ve pêk hatine.

Êrişa dawî jî li dijî cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ferhad Şiblî bû.

Herçiqas li ser axa Başûrê Kurdistanê ev êriş çêdibin, lê belê ti helwest ji aliyê hikumeta wê ve nayê nîşandan.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bedran Çiya Kurd, têkildarî mijarê ji ajansa Hawarê re axivî.

Çiya Kurd da zanîn rejîma Tirkiyê ji ber ku li hemû çeperên berxwedanê têk çûye dixwaze bi hedefgirtina rayedarên Kurd serkeftineke sexte nîşan bide û got:

“Ev êrişeke terorîstî ye, karê tirsonekan e.

Bi vê êrişê têkçûna xwe eşkere kirin”

Çiya Kurd helwesta rayedarên Başûrê kurdistanê ya li hember vê êrişê jî wiha nirxand:

“Ev me xemgîn dike ku êriş li ber çavê hikûmeta Başûrê Kurdistanê pêk tê, lê bêdeng e.

Ev bêdengî fikaran bi xwe re tîne.

Başûrê Kurdistanê veguheriye qada dagirkeriya Tirk û hevkarên wê.

Çawa binpêkirina serweriya herêmê û Iraqê qebûl dikin?”

Bedran Çiya Kurd bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku der barê buyera şehîdkirina Ferhad Şiblî û hevreyên wî de dest bi lêpirsînê bikin û encamên wê ragihînin.

Her wiha Çiya Kurd ji partiyên siyasî û gelê Başûrê Kurdistanê jî xweset kur li hember siyasetên dewleta Tirk û hevkarên wê helwestê nîşan bidin.

Li ser bêdengiya hikumeta Iraqê jî Çiya Kurd got:

“Hikumeta Iraqê berpirsyara parastina serweriya Iraqê ye.

Divê li hember binpêkirinên dewleta Tirk û hebûna baregehên wê yên leşkerî li Başûrê Kurdistanê tedbîran bigire.”

Back to top button