Rêveberiya Kolombiya ket destê gerîllayê berê pedro

Li Kolombiya serdemeke nû despê dike.

Gerîlayê berê Gûstavo Petro yê çepgir, di hilbijartinên serokomariya welat de bi ser ket.

Yekem car jineke Afrîkî-Kolombiyayî jî bû cîgira serokomar.

Li Kolombiyayê roja Yekşemê tûra duyemîn a hilbijartinên Serokkomariyê hate kirin.

Namzetê Koalîsyona Pakta Dîrokî Gûstavo Petro û namzetê Lîga Îdarekaran a Têkoşîna li dijî Nelirêtiyê Rodolfo Hernandez hatin hemberî hev.

Di hilbijartinê de 22 milyon Kolombiyayiyan dengê xwe dan.

Gûstavo Petro yê 62 salî ku gerîlayekî berê ye, 11 milyon deng stand û bi rêjeya ji sedî 50.46’an hate hilbijartin.

Hevrikê wî Rodolfo Hernandez jî ji sedî 47.28 ê dengan strand.

Bi vî rengî Petro yê gerîlayê berê bû Serokomarê 60’emîn a Kolombiyayê.

Petro, endamê berê yê tevgera gerîla M-19 bû.

Berî niha seroktiya şaredariya paytext Bogota bû.

Gustavo Petro yê 62 salî soza perwerdehiya zanîngehê ya bê pere, reformên teqawidiyê û çareserkirina newekheviyê da.

Petro piştî serketina xwe bal kişand ser têkiliyên bi Amerîkayê re û wiha got:

“Êdî dema axaftinê ya bi hikûmeta Amerîkayê re hatiye.

Ez ji hemû hikûmetên Amerîkaya Bakur û Başûr re pêşniyar dikim ku ji bo lezkirina derbasbûna enerjiyê rûnin û biaxivin.”

Ji Amarîka bo Pedro:Em amade ne bi serokê Kolombiya yê hilbijartî re hevkariyê bikin

Wezîrê Derve yê Amerîka Blinken doh got;

Waşington amade ye bi serokê hilbijartî yê Kolombiyayê Petro re hevkariyê bike.

Blinken ji bo hilbijartinên “azad û dadperwer” gelê Kolombiyayê pîroz kir.

Yekemcar jineke Afrîkî-Kolombiyayî bû cîgira serokomar

Ji bo cîgiriya Serokkomar jî jineke Afrîkî-Kolombiyayî hate hilbijartin.

Francîa Marqûez bû yekem cîgira Efrîkî-Kolombiyayî.

Rêveberiya Gûstavo Petro wê di 7’ê Tebaxê de ji Serokomar Ivan Duque serokomariyê dewir bigre.

Back to top button