Ji komên mafê mirovan banga bo NY: Derketina endamên Talîbanê yên nahêlin jin derbikevin derve, qedexe bikin

Komên mafên mirovan bang li NY kirin ku endamên Talîbanê yên ku nahêlin jin ji malê derkevin divê derketina wan ya ji welat jî bê qedexekirin.

Li gorî nûçeya rojnameya The Guardianê, rêxistinên mafên mirovan bang li Neteweyên Yekbûyî kirin ku ji nû ve rêwîtiya endamên Talîbanê yên ku herî zêde ji zilma li ser jinan berpirsyar in, asteng bike.

Konseya Ewlekarî ya NY wê hefteya bê têkildarî rêdayîna derketin yan nederketina pêşengên Talîbanê ji welat bicive.

Qedexeya derketinê ger neyê rakirin, li gorî dema NY berê diyar kiribû îro bi dawî dibe.

Niha 41 berpirsên Talîbanê di bin bandora qedexeya derketina derve de ne.

Qedexe ji bo 13 rayedaran ji bo hevdîtinên aştiyê yên serdema Trump ji bo demeke kurt hat rakirin.

Back to top button