HPG: Li Metîna û Botanê 25 leşkerên Tirk û kontrayek hatin cezakirin

Çalakiyên gerîla ên li Bakur û Başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin. Gerîla li herêmên Botan û Metînayê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin. HPG’ê ragihand di çalakiyên gerîlayan de 25 leşkerên Tirk û kontrayek hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên artêşa Tirk a dagirker û çalakiyên gerîlayan de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya HPG’ê de wiha hat gotin, “Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê şêwazê tîmên gerok ji Bakur heta Başûrê Kurdistanê, li her derê bi awayekî serketî pêk tîne.

Hêzên me yên ku bi hosteyî şêwazê tîmên gerok bi taktîkên gerîla pêk tîne, bi çalakiyên xwe bêyî ku windahiyan bide, derbên giran li dagirkeran didin.

Bi awayekî serketî pêkanîna şêwazê tîmên gerok, asta şer a bilind, cesareta bi ruhê fedayî û di hunera şer de pisporbûna hêzên me nîşan dide.”

HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan de ev agahî parve kir; “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Şervan-Şehîd Diljîn a Egîdên Botanê de;

13’ê Hezîranê li Girê Tenûrê a Herêma Bestayê tîmên me yên gerok bi taktîka sekvaniyê li dagirkeran xistin.

Di vê çalakiyê de kontrayek hate cezakirin, çeka 4 jî hat rûxandin.

11’ê Hezîranê artêşa Tirk a dagirker li Qada Kato Xelîla a navçeya Şaxê ya Wanê dest bi operasyonê kir.

Tîmên me yên gerok dagirker xistin bin kontrolê û 18’ê Hezîranê bi sê aliyan li wan xistin. Di van çalakiyan de bi qasî hate zelalkirin 3 dagirker hatin cezakirin. Dagirkeran 19’ê Hezîranê kuştî û birîndarên xwe bi helîkopteran ji qada şer birin.

Di Çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Şehîd Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de;

19’ê Hezîranê tîmên me yên gerok li hêzên dagirker xistin ku hewl didan ber bi çeperên şer yên li Qada Girê FM werin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

2 dagirkerên ku hewl didan werin cem dagirkerê kuştî jî ji aliyê tîmên me yên gerok ve hatin cezakirin.

Heman rojê tîmên me yên gerok li komeke din ya dagirkeran dan û 2 dagirkerên din jî hatin cezakirin.

Dîsa heman rojê ber bi êvarê tîmên me yên gerok li dagirkeran xistin ku hewl didan bi pêş de werin. Di vê çalakiyê de jî 9 dagirker hatin cezakirin û 4 jî birîndar bûn.

Li ser van çalakiyan tirs kete nava dagirkeran û li erazî belav bûn. Tîmên gerok yên YJA STAR jî bi taktîka sekvaniyê 6 dagirkerên din cezakirin.

19’ê Hezîranê jî dagirkeran hewl dan çeperên şer ên li Qada Girê Cûdî bi teqemeniyan bombebaran bikin. Li vê derê jî di encama lêdana hêzên me de 2 dagirker hatin cezakirin.”

Her wiha HPG’ê ragihand 19’ê Hezîranê qadên berxwedanê yên gerîla 21 caran bi balafirên şer, 14 caran bi helîkopteran û bi obusan hatin bombebarankirin.

Back to top button