Serdanên sersaxiyê li nûnertiya Rojava a li Silêmaniyê tên qebûlkirin

Ji serê sibehê ve, li navenda nûnertiyê ya Rêveberiya Xweser li Silêmaniyê serdanên sersaxiyê tên qebûlkirin. Rêvebera Polîtboruya YNK Şanaz Îbrahîm Ehmed ku li cihê sersaxiyê bû sersaxî xwest û derbarê êrişên dewleta Tirk de axivî û got: “Dewleta Tirk bi zimanê şermezarkirinê fêm nake û divê şêwazê me cuda be. Nabe dahatuyên başûr ji bo Tirkiyê bên şandin ku pê me dikuje.”

Li Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyê ya li Silêmaniyê serdanên sersaxiyê ji bo Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ferhad Şiblî tên qebûlkirin..

Ji serê sibehê ve, nûnerên partî û rêxistinan jî di nav de bi dehan kesî berê xwe dan cihê sersaxiyê..

Rêvebera Polîtboruya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed jî sersaxî xwest û derbarê êrişên dewleta Tirk de axivî..

Rêvebera Polîtboruya YNK Şanaz Îbrahîm: Bi şermezarkirinê dewleta Tirk fêm nake û êrişan ranawestîne

Şanaz diyar kir ku êriş li ser xaka Kurdistanê û jiyana xelkê, destdirêjiyeke eşkereye û wiha domand: “Wiha nabe, sultanê Tirk bi ti awayî ji zimanê şermezarkirinê fam nake.

Pêwîste şêweyê axaftinên me bi wan re werin guhertin da ku bizane jiyana vî xelkî gelek girînge. “Şewitandina gund, kuştin, herwiha hedefgirtina kesên bi mêhvanî û ji bo tedawiyê berê xwe didin vir, bi ti awayî nayê qebûlkirin.”

Rêvebera Polîtboruya YNK Şanaz Îbrahîm: Nabe dahatuyên herêmê ji bo Tirkiyê bên pêşkeşkirin ku pê me dikuje

“Sedema bêdengiyê diyare, ji ber berjewendiya li gel Tirkiyê ye.

Nabe hemû dahat, çavkaniyên ser erd û bin erd ên herêmê ji bo Tirkiyê bên şandin û ew jî ji bo kuştina me bikarbîne.”

Şanas Îbrahîm balkişand ser dîroka dîktetoran û çarenûsa wan û wiha bi dawî kir:

Rêvebera Polîtboruya YNK Şanaz Îbrahîm: Divê sultanê Tirk Erdogan li aqûbeta sedam û Hîtler binêre

“Sultanê Tirk îro kesek şehîd xist, duh jî kir, pêr jî û sala borî jî heman tişt kir.

Sibe jî wê bike.

Divê li aqubeta Sedam û Hîtlere binêre da ku bizane dawiya wan çi bû”

Back to top button