Li Minbicê konê çalakiyê yê bi navê Fezat Eşair hate vedan

Hêrsa gelê herêmê ya li dijî êrişên dewleta Tirk a qirker roj bi roj zêde dibe. Li Minbic, Dêra Zorê û Tebqayê bi armanca şermezarkirina êrişan daxuyanî hatin dayîn û civîn hatin lidarxistin.

Rêzçalakiyên ku li herêmê li dijî gef û êrişên dewleta Tirk hatine destpêkirin dewam dikin.

Piştî ku çalakiya kon a bi navê Fezat Eşair li Reqayê bi dawî bû li Minbicê hate destpêkirin.

Bi dehan rûspî, welatî û hêzên leşkerî beşdarî konê çalakiyê bûn.

Li bin kon Şêx Ibrahîm Şilaş axivî û got: “Em weke eşîr emê her dem li dijî êrişan bi meclisa xwe ya leşkerî re bisekinin.”

Li Dêra Zorê daxuyanî li dijî êrişan hate dayîn

Li Dêra Zorê jî bi navê gel daxuyanî hate dayîn û êriş hatin şermzarkirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin armanc ji van êrişan têkbirina aramiya li herêmê ye û ji nû ve avakirina dewleta Osmanî ye.

Di dawiyê de bang li civaka navnetewî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku sînorekî ji van êrişan re deynin.

Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê: Ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk divê hemû ciwan dengê xwe bilind bikin

Dîsa li Dêra Zorê Ciwanê Partiya Sûriya Pêşerojê daxuyanî li dijî êrişan dan.

Ciwanan di daxuyaniyê de teqez kirin dê her dem li dijî êriş û kiryarên hovane bisekinin.

Her wiha bang li tevahî ciwanan hat kirin ku ji bo avakirina Sûriyeke Demokratîk dengê xwe bilind bikin.

Li Tebqayê bi armanca nîqaşa rewşa dawî ya herêmê panelek li darxist

Li aliyekî din jî Meclisa Ciwanên Sûriya Pêşerojê bi armanca nîqaşkirina rewşa dawî ya herêmê û êrişên dewleta Tirk panelek li Tebqayê li darxistin.

Panel bi dirûşmeya “Li dijî xiyanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê” hate lidarxistin.

Di panelê de sinevizyonek derbarê dîroka dagirkeriya Tirk û êrişên wê li ser herêmê de hat pêşandan.

Back to top button