Rêveberiya Xweser a Firatê: Êrişa ser Ferhad Dêrik binpêkirina serweriya Iraq û Başûr e

Îro li herêmê bi daxuyanî û çalakiyan şehîdxistina Ferhad Dêrik hat şermezarkirin.
Di çalakiyan de soza şopandina rêya şehîdan û bilindkirina têkoşîna li dijî êriş û dagirkeriyê hate dayîn.

Gelê herêmê bi armanca şermezarkirina şehîdxistina Ferhad Dêrik çalakî li darxistin.

Rêveberiya Xweser ya herêma Firatê li Kobanê bi daxuyaniyekê êrişa li dijî Şehîd Ferhad Dêrik şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk qanûnên navneteweyî bin pê dike.

Di dawiyê de bang li NY û hêzên navnetewî hate kirin ku rê li ber van êrişên hovane bigrin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Heleb: Em ê heya dawiyê şopdarên rêya şehîdên xwe bin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê jî konê sersaxiyê ji bo ji bo şehîd Ferhad vedan.

Bi sedan welatiyên Eşerefiyê û Şêx Meqsûd beşdarî konê sersaxiyê bûn.

Li bin konê sersaxiyê gelek axaftin hatin kirin û sersaxî ji gelê Kurd û malbata şehîd re hate xwestin.

Hate gotin: “Heya dawiyê em ê şopdarên rêya şehîd Ferhad û hemû şehîdên azadiyê bin.”

Meclisa Girê Spî: Divê Iraq û Başûrê Kurdistanê helwesta xwe li hember van êrişan zelal bike

Meclisa Girê Spî jî bi daxuyaniyekê li Eyn Îsayê şehîdxistina Ferhad Dêrik şermzar kir.

Di daxuyaniyê de bang li hikûmeta Iraq û Başûrê Kurdistanê hate kirin ku helwesta xwe li hember van êrişan zelal bikin.

Meclisê da zanîn dê berxwedana wan ya li hember van kiryarên hovane raneweste û destkeftiyên şoreşê ên bi xwîna şehîdan hatine bi destxistin biprêzin.

Kongra Star: Divê hikûmeta Başûr derbarê êrşa li dijî Ferhad Dêrik de tavilê lêpirsînê veke

Bi hema armancê jî Kongra Star daxuyaniyeke nivîskî weşand û hedefgirtina têkoşer Ferhad Dêrik şermezar kir.

Kongra Star îşaret bi gefên êrişeke nû li dijî herêmê kir û got: “Armanc ew e ku Mîsaqî Millî û Osmaniya têkçûyî ‎pêk bîne, her wiha projeya biratiya gelan û neteweya demokratîk bi bin bixe.”‎

Kongra Star di dawiyê de ban li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku têkildarî êrişa li ser Başûr pêk hatiye ‎de, tavilê lêpirsînê veke

Kongra Star bang li hêzên navneteweyî, rêxistinên ‎mirovî û hiqûqî kir ku bi erkên xwe yên qanûnî û exlaqî rabin, hesab ji kesên destê wan di hedefgirtina Ferhad Dêrik de heye, bixwazin.

Back to top button