Kongre Partiya Yekitiya Demokratîk PYD bi encamnameyê û girtina biryaran bi dawî bû

Kongreya 9’emîn a Partiya Yekitiya Demokratîk PYD ku di 18 hizêranê de bi beşdariya 700 delegeyî dest pê kir, îro di roja 3’yan de bi encamnameyekê bi dawî bû û gelek biryar hatin girtin. Ji biryarên hatin girtin; Divê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Apo xebat bê meşandin û herêmên dagirkirî werin rizgarkirin.

Kongreya 9’emîn a Partiya Yekitiya Demokratîk PYD ku di 18 hizêranê de bi beşdariya 700 delegeyî dest pê kir, îro di roja 3’yan de bi encamnameyekê bi dawî bû û gelek biryar hatin girtin.

Ji biryarên hatin e girtin:

-Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Apo têkoşîn bê mezinkirin.

-Pêşxistina têgehîştina xweparastinê, aboriya civakî û şerê gel ê şoreşgerî li gel endamên partiyê û gel û rizgarkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî û herêmên din ên dagirkirî

-Têkbirina projeya faşîst û nîjadperest a Tirkiyê û plana guhertina demografîk li herêmên dagirkirî.

-Geşkirin û mayîndekirina Rêveberiya Xweser li gorî mekanîzmayên siyaseta demokratîk.

-Berfirehkirin û pêşxistina xebatên dîplomatîk, danîna têkiliyan bi aliyên navneteweyî, herêmî û civakî re û xurtkirin û piştgirîdayîna Hêzên Sûriya Demokratîk.

– Ji bo pêkanîna yekitiya nîştimanî ya Kurdistanê û lidarxistina kongreyeke netewî xebat bê kirin.

– Têkoşîna li dijî şerê taybet ê dewleta Tirk û li hemberî hemû têgehên desthilatdar ên li dijî azadiya jinê, tundiyê û hwd, pêşxistina rêxistinbûna ciwanan.

-Pêşxistina mekanîzmeyeke çavdêrî û şopandina hemû xebatên partiyê.

-Girîngî dayîn ji bo malbatên şehîdan.

Her wiha di vê kongrê de Asya Ebdullah û Salih Muslim bûn hevserokên nû yên PYD`ê, 145 endamên Meclisa Giştî û 7 endamên Desteya Dîsiplînê hatin hilbijartin.”

DÎMEN DI KAMERA DE NE:
dimenen.dawi yen daxuyaniya kongra.pyd.20.06.2022

Back to top button