LI GIRTÎGEHA RIHAYÊ KOMPLO TÊ KIRIN

Li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê zext û êşkenceya li dijî girtiyên siyasî didomin. Girtiyên ji doza PKK’ê yên li Rihayê name şandin û bal kişandin ser zextên li ser wan tên kirin. 

 

Di nameyê de hate ragihandin, mîna li girtîgehên Tirkiyê hemûyan li Girtîgeha Hejmara 2 a Rihayê jî zext, zordarî, pirsgirêk û kiryarên ne-mirovî didomin .

Girtiyan diyar kirin ku çalakiyên spor, sohbet, saz û wêne ji holê hatine rakirin û gotin:

“Pirtûkên me bi sînor kirin, bi rê û rêbazên cuda mafên me yên hevdîtinê asteng kirin.

Li emniyetê û wesayita polîsan ku ew birin wê derê, êşkence li wan kirin, û sîxurî ji wan xwestin.

Kiryarên bi vî rengî piştî greva birçîbûnê, derbasî qonaxeke cuda bûn.

Hewl tê dayin ku mafê axaftina bi telefonê yê deh deqeyan jî asteng bikin.

Bi vî rengî li girtîgehê tecrîdeke giran dikin, têkiliyên me yên bi derve re dibirin.”

Di nameyê de ev bang li saziyên pêwendîdar hate kirin:

“Em ji saziyên pêwendîdar dixwazin ku li Wezareta Edaletê, Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê û li saziyên fermî bikevin nava hewldanan.”

Leave a Reply

Back to top button