Li Bangladeşê ji ber lehiyê pêwistiyên sereke nagihêje welatiyan

Li başûrê parzemîna Asya, barana zêde bûye sedema lehê. Li başûrê Çînê ji ber barana zêde lehî rabû û erd şemitî. Ji bo tedbîrê bi sed hezaran kes ji herêmê hatin veguhastin.

Li Bangladaşê jî heta niha ji ber baran û lehiyê 27 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Barana hefteya dawî li Bangladaşê bandoreke neyînî li ser jiyana welatiyan kiriye.

Barana ku bû sedema lehiyê, şert û mercên jiyanî zehmet kiriye.

Wezîrê Îdareya Afetê û Alîkariyê yê Bangladeşê Enamûr Rahman ragihand ku ji herêmên Sunamganj û Sylhet ên ku herî zêde ji baranê zirar dîtine nêzî 100 hezar kes hatin veguhestin.

Her li heman herêman 4 milyon jî asê mane.

Hat diyarkirin ku barana mûsonê ya ku ji 17’ê Hezîranê ve dibare, herî zêde bandor li bakur û bakur-rojhilatê welat kiriye.

Kanala televîzyonê ya herêmî Ekattor TV ragihand ku bi mîlyonan kes bê elektirîk mane.

Hikûmeta Bangladeşê got, artêş ji bo rizgarkirina mirovên asê mane dixebitin.

Hat ragihandin ku hejmara kesên di lehiya ku ji ber barana zêde pêk hat de jiyana xwe ji dest dan derket 27’an.

Di 15 salên dawî de li deverên bilind ên bajêr ji ber şimitîna axê bêtirî 200 kesî jiyana xwe ji dest dan.

Li Başûrê Çînê bi sedhezaran kes hatin veguhestin

Li herêmên navîn û başûr ên Çînê, dawiya biharê bi destpêka havînê re baran gelekî dibare.

Ji ber barana rojên dawî li wîlayeta Gûangdongê, bandoreke giran li vê sektorê bû.

Dibistanên li herêmê kirin navendên stargehê yên demkî û bi sedan kon li qada sporê hatin danîn.

Li herêma Gûangxî ya li başûr jî ji sala 2005’an û vir ve barana herî zêde bariya.

Li gorî medya xwecihî, şêniyên herêmê bi botan hatin veguhastin, qadên xwecihî di nava heriyê de man.

Li rojhilat jî li wîlayeta Fîjûan a li pêşberî girava Taywanê, ji destpêka mehê û vir ve zêdeyî 220 hezar kes ji bo tedbîrê ji herêmê hatin veguhastin.

Li Gûangdong, Fîjûan û Gûangxiyê, ji sala 1961’ê ve barana herî zêde bariya.

Di sala 2021’ê de li navenda Çînê felaketên giran ên lehiyê rû da bûn û zedeyî 300 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.

Back to top button