CIVÎNA SÊALÎ – NAKOKIYA HERÎ SEREKE BÊ ÇARESERÎ MA

Duh civîna sê-alî ya bi pêşengtiya DYE li bajrê Qudisê hat lidarxistin.
Tevî ku hemû aliyan li ser çareserkirina aloziya Sûrî bi awayekî siyasî li hev kirin jî,
Lê Nakokiya ku di nava her sê aliyan de ( Rûsiya, Israîl û Emerîka) de weke xwe ma, rola Îranê li herêmê û bi taybet li Sûriyê.
Ev nakokî jî wê bibe rojeva lûtkeya navbera Emerîka û Rûsiyayê li Japoniyayê.

 

Di çarçoveya peydakirina çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûrî re, ev hefteyeke DYE dest bi rêze-civînên girêdayî mijarê kiriye.

Civîna sê-alî ya navbera Emerîka, Rûsiya û Israîlê li bajarê Qudisê duh dest pê kir.

Di civînê de Şêwirmendê Ewlekariya Netewî yê Emerîka John Bolton û Serokwezîrê Israîlê Binyemîn Neteniyaho û Şêwirmendê Konseya Ewlekariyê yê Rûsiyayê Nîkolayî Patroşêv amde bûn.

Tevî ku aliyên civiyayî duh li ser aramiyeke siyasî ya piştî şer li Sûriyê li hev kirin, lê hebûna Îranê li Sûriyê xwe weke nakokiyekê da der.

Serokwezîrê Israîlê Binyemîn Netinyaho derbarê mijarên ku duh di civînê de hatin nîqaşkirin de diyar ku gelek mijarên girîng ên derbarê aloziya Sûrî de, nemaze hebûna hêzên biyanî, hatin nîqaşkirin.

Neteniyaho çareseriya aloziya Sûrî bi derketina Îranê ve girêda.

Di encamê civînê de nakokiya herî sereke ya navbera Rûsiya ji aliyekî ve û Emerîka û Israîlê ji aliyekî din ve ya girêdayî hebûna Îranê li Sûriyê wek xwe ma.

Li gorî çavkaniyan ev nakokî wê bibe rojeva Lûtkeya Amerîkî-Rûsî ya ku dê derbarê Lûtkeya Pîşesazî li Japonyayê were lidarxisitn.

Leave a Reply

Back to top button