Rojnamevanê Rûsya xelata xwe ya Nobelê bo zarokên Ukrayna firot

Rojnamevanê Rûs Dmitriy Muratov yê Xelata Nobel ya aşitiyê wergirtibû, xelata xwe ji bo zarokên Ukrayna yên koçber bûne firot.

Xelab bi nirxekî rekorê yê 103,5 milyon dolarî hate firotin.

Doh li New Yorkê xelat ji bo firotinê xist mezadê.

Xelata Nobelê ya Aştiyê ya 2021’ê ku ji aliyê rojnamevanê Rûs Muratov ve ji bo zarokên Ukraynayî hat firotin, bi 103,5 mîlyon dolarî bikirek jêre derket.

Muratov di axaftina xwe ya piştî firotinê de got,

“Ez li benda rikberiyeke zeêde ya ji bo kirînê bûm.

Lê ya rastî ez ne li benda jimareke ewqas zêde bûm.”

Hat destnîşankirin ku dahata xelatê wê bi rêya Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ji bo zarokên penaber ên Ukraynayê bê bikaranîn.

Xelata Nobelê ya ku ji aliyê rojnamevanê Rûs Muratov ve bi 103,5 milyon dolarî hat firotin, di vî warî de rekor şikand û ji xelata James Watson ku 2014’an bi 4,74 milyon dolarî hatibû firotin, derbas kir.

Derbarê bikirê xelatê de agahî nehat parvekirin.

Back to top button