Kongra Gel banga kombûna li Dusseldorfê di 25’ê Hizêranê de kir

Li dijî êrişên dewleta tirk û bikaranîna çekên kîmyewî di 25 Hizêranê de li bajrê Dusseldorfê yê Almanyayê meşeke navendî tê lidarxistin. KONGRA GEL û gelek rêxistinên Kurdistanî yên li Ewrûpa bang li kurdistaniyan û dostên wan kirin ku beşdarî meşê bibin.

Dîwana Hevserokatiya KONGRA GEL û Sazî û partiyên Kurdistanî yên li Ewropayê ji bo meşa 25’ê hizêranê li dijî êrişên dewleta tirk û bikaranîna çekên kîmyewî li Dusseldorfê banga tevlêbûnê kirin..

Kongra gel di destpêka daxuyaniya xwe de Tecrîda li ser Rêber Apo, bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla û zext û girtinên li Kurdistanê şermezar kir û got:

“NATO, Yekîtiya Ewropa û saziyên navneteweyî, ne ku tenê bêdengin, heman demê de bi alavên şer ku didin Tirkiyê jî şirîkên vê komkujiyê ne.

Dewleta Tirk bi alîkariya van hêzan komkujiyan li ser gelê Kurd pêk tîne.”

Di dewama daxuyaniyê de hat ziman ku desthilata faşîzma ya AKP-MHP’ê li ber têkçûnê ye, lewma li her deverên Kurdistanê wek seyekî har êrişî gel û gerîla dike.

Kongra Gel bang li gelên Kurdistanê û dostên wê yên li Ewropa kir ku li dijî komkujiyan û bêdengiya qada navneteweyî helwestekê nîşan bidin û got:

“Roja 25 Hezîranê li Dusseldorfê em ê bi dengekî bi hêz, alîkariya NATO, Yekîtiya Ewropa û saziyên navneteweyî bi dewleta Tirk re protesto bikin û berxwedana gerîlayên azadiyê silav bikin.”

Banga tevlêbûna meşê li Kurdistaniyên li Ewrûpa hat kirin

Di daxuyaniya rêxistinên Kurdistanî yên li Ewrûpa de jî hat diyar kirin ku dewleta Tirk a mêtinger li Kurdistanê polîtîkaya qirkirin û dagirkeriyê bi rê ve dibe û ev yek hat gotin:

Dewleta Tirk bi awayekî bêperwa êrişî Başûr, Şengal û Rojavayê Kurdistanê dike.

Bi çekên kîmyewî sûcê li dijî mirovahiyê; êrişî gerîla û gelê Kurd ê sivîl dike.”

Di dawiya daxuyaniyê de Rêxistinên Kurdistanî yên li Ewrûpa bang li welatiyên li Elmanya, Fransa, Swîsre, Belçîka û Holandayê kirin ku beşdarî meşa 25’ê Hezîranê a li Dusseldorfê bibin.

Back to top button