Çeteyên DAIŞ’ê li çolistan Reqa êrişî navendên hêzên hikûmetê kirin

Çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Reqayê êrişî deverên hêzên hikûemta Şamê kirin, di encamê de 2 leşker hatin kuştin. Balafirên şer yên Rusya jî deverên DAIŞ’ê ên li Çolistan Sûrî bombebarankirin.

Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku, çeteyên DAIŞ’ê li herêma çiyayê El-Beşerî ya li çolistana Reqayê êrişî navendên hêzên hikûmetê kirin.

Hat diyarkirin di encamê de 2 leşkerên hikûmetê hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Duh jî li heman herêmê çeteyên DAIŞ’ê erebeyek leşkerî ya hikûmeta Şamê hedef girt.

Hate ragihand ku di encamê de 15 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin.

Balafirên Rûs deverên DAIŞ’ê ên li çolistana Sûrî bombebarankirin

çavdêriyê ragihand,, di 24 seatên dawî de balafirên şer ên Rusyayê 35 êrişên hewayî li çolistana Sûrî dijî nuqteyên DIAŞ’ê pêk anî.

Back to top button