Meclisa Malbatên Şehîdan a Efrînê şehîdxistina Ferhad Dêrik şermezar kir

Îro jî li gelek devarên herêmê êrişa li ser şehîd Ferhad Dêrik bi çalakî û daxuyaniyan hate şermezarkirin. Di daxuyaniyan de bang li hikûmeta Iraq û Başûrê Kurdistanê hate kirin ku lêpirsînekê derbarê êrişê de veke û rewşê zelal bike.

Gelê herêmê li dijî şehîdxistina Ferhad Dêrik bi hêrs in.

Îro li gelek deverên herêmê daxuyanî hatin dayîn û sersaxî ji malbata şehîd Ferhad re hate xwestin.

Meclisa Malbatên Şehîdan û dayikên aştiyê yên herêma Efrînê bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê hate kirin ku lêpirsîneke zelal û eşkere têkildarî hedefgirtina şehîd Ferhad û hevrêyên wî veke û wiha hat gotin:

“Em Meclisa Malbatên Şehîdan bang li hikumetên Iraq û Başûrê Kurdistanê dikin ku bi berpirsiyara xwe rabin û helwesta xwe li dijî vî karê terorîst nîşan bidin.”

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê: Ev kirinên hovane wê vîna gelê me neşkîne

Li Kobanê jî Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyanî da.

Meclisê di daxuyaniyê de diyar kir ku armanc ji van êrişan şikandina îradeya gelê herêmê û rêveberiya wê ye.

Meclisê got: “Ji ber ku şehîd Ferhad kesayetek têkoşer û pêşengê şoreşê bû, lewma li Silêmaniyê hat armancgirtin.”

Back to top button