WEZARETA KARÊN DERVE YA AMERÎKAYÊ PIŞTEVANIYA ÎNSIYATÎFÊN PÊŞINYARKIRÎ YÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ KIR

Wezareta Karên Derve ya DYA’yê piştevaniya însiyatîfên pêşinyarkirî yên Bakur û rojhilatê sûrî kir.
Her wiha Wezaretê teqezî li ser beşdarbûna jinan a standina biryarên siyasî û peymanan kir.

Buroya berdevka Wezareta Karên Derve ya DYA’yê reşnivîseke têkildarî stratejiya koalîsyona Navdewletî li sûriyê li ser malpera xwe weşand.

Buroyê di reşnivîsa xwe de wiha got:

Serkeftina mezin a ku bi dest ketiye li ser hesabê gelek qurbaniyan bû.

Bi deh hezaran ji hevalbendên li herêmên Sûriyê û Iraqê di şerê li dijî DAIŞ’ê de û 46 endamên Koalîsyonê şehîd bûn.

Koalîsyonê diyar kir ku têkbirina DAIŞ’ê li asta herêmî ne wateya tunekirina bi giştî yan jî bidawîkirina gefa terorîstê ava dike, ye.

DAIŞ’ê bi rêya êrîşên terorî, ragihanda aktîvkirina xwe belav dike û êrîşên xwe didomîn e.

Buroya berdevka Wezareta Karên Derve ya DYA’yê balkişand li ser şaneyên razayî yên DAIŞ’ê û ev tişt anî ziman:

DAIŞ’ê hin şaneyên xwe yên veşartî li herêmê çalak kirin û êrîşî hevalbendên me û şêniyên sivîl li Iraqê û Sûriyê kirin. Ev jî metirsiyeke, ji ber destkeftiyên leşkerî yên sereke û aramiya pêwîst dixe xeteriyê. Divê Koalîsyon di erka xwe ya tunekirina DAIŞ’ê û aramiya siyasî de di dema pêş de jî yekgirtî û bi israr be. Divê piştevaniya hikumeta Iraqê û hevalbendên herêmî yên li Sûriyê li dijî şaneyên razayî yên DAIŞ’ê, bikin.

Buroyê careke din li ser biryara Meclisa Ewlehiya Navdewletî bi jimara 2254 ji bo çareseriya aloziya sûrî teqez kir û wiha got:

Divê Koalîsyon li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriya tevahî însiyatîfên bi armancên geşkirina hukma giştî û nûnertiya wê dike, bike. Ya herî girîngtirîn jî beşdarbûna jin di standina biryara siyasî û lihevkirinên li Iraq û Sûriyê de. Ji bo DAIŞ bi tememî ji holê rabe ev xebat pêwiste.

Leave a Reply

Back to top button