ÇETEYÊN DAGIRKERIYA TIRK NAVÊN KURDÎ QEDEXE DIKE

Jineke Kurd wêneyê nasnameya xwe li ser malperên tora civakî weşand.

Jina ku navê wê Kurdistan e, navê wê ji aliyê çeteyan ve hat guhertin û li şûna wê, navê Gulîstan di nasnameya dagirkeriyê de bi kar anîn.

Her wiha di fotoya nasnameyê de serê jina bi navê Kurdistan, pêçandî xuya dike.

Dagirkeriya Tirk bi riya meclîsên xwe, nasnameyên dagirkeriyê li ser şêniyan ferz dikin.

ÇETEYÊN DEWLETA TIRK GUNDÊN ŞÊX XORZÊ YÊ BILBILÊ DIŞEWITÎNIN

Li aliyekî din dewleta Tirk û komên wê yên çete li gundê Şêx Xorzê yê navçeya Bilbilê ya Efrînê xaniyên Efrîniyan dişewitînin.

Hate ragihandin ji sibehê ve bi dehan xanî hatine şewitandin.

Tê gotin li gundên derdorê jî dest bi şewitandina xaniyên Efrîniyan kirine.

Leave a Reply

Back to top button