Hisên Hecî: Me belgeyek ji 10 bendan radestî Berhem Salih kir

19’ê mehê şandeyek ji Şengalê bi serokkomarê Iraqê Berhem Salih re civiya.
Şandeyê belgeyek ku ji 10 bendan pêk tê radestî wî kir.
Endamê Polîtburoya PADÊ Hisên Hecî ku di şandeyê de cih girt eşkere kir ji daxwazên wan ên sereke naskirina Rêveberiya Xweser a Şengalê û guhertina bendên peymana 9’ê Cotmehê bû. 

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih 19’ê vê mehê li koşka El-Selam a li Bexdayê, şandeyek ji Şengalê pêşwazî kir.

Endamê Polîtburoya Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) Hisên Hecî ku cihê xwe di şandeyê de girt ji ajansa Hawarê re axivî.

Hisên Hecî da zanîn ku hevdîtina wan li ser daxwaza serokê Iraqê Berhem Salih bû û ev tişt anî ziman:

”Gelek bihane hatin derxistin tê de digotin navbera şêniyên Şengalê de lihevkirin tune ye û daxwazên hevbeş ên aliyên Şengalê tune ye.

Ji bo wê me şandeyeke olî, siyasî, civakî, ewlehî û leşkerî ya hevbeş ku ji 15 kesan pêk dihat ava kir û rêzehevdîtin bi aliyên li Şengalê re kir.

Me xwest hincet ji hikûmeta Iraqê re nemînin ji bo wê jî me li ser belgeyeke hevbeş li hev kir û hemû aliyan li ser îmze kir.”

Hisên Hecî: Ji daxwazên me yên serke naskirina Rêveberiya Xweser a Şengalê bû

Li gorî Hisên Hecî belgeya wan ji 10 bendan pêk tê û ji wan bendan jî

”Naskirina Rêveberiya Xweser a Şengalê.

Naskirina Asayîşa Êzidxanê û şervanên di bin sîwana foca 80’î de.

Guhertina bendên peymana 9’ê Cotmeha 2020’an.

Û dûrxistina Şengalê ji nakokiyên siyasî û partîtî yên li Iraqê.”

Hisên Hecî eşkere kir wan belgeya xwe radestî serokkomarê Iraqê kirin û wî jî soz da ew ê bendên wê li gel serokê hikûmetê nîqaş bike.

Û daxwazan li gor destûra Iraqê bi cih bîne û Şengalê dûrî nakokiyên siyasî bixe.

Dawiya nirxandina xwe endamê Polîtburoya PADÊ’yê Hisên Hecî ji hikûmeta Iraqê xwest ku bersiva belgeya wan bide.

Back to top button