Li Hindistanê jimara kesên ji ber baranê mirîn derket 131’an

Li parzemîna Asya dema baranên mûsonê ne.

Ji ber barana dijwar ya li Hindistanê ku bi xwere lehî anî jimara kesên mirî derket 131’an.

Ji 36 herêmên Assamê 32 ji wan ku nêzî 5 milyon kes lêne ji lehiyê bandor bûne.

Li Çîn û Bangladaşê jî rewş hemane.

Li parzamîna Asya baranên Mûsonê bi xwere wêraniyek zêde aniye.

Li eyaletên Assam, Meghalaya û Arunachal Pradesh ên bakurê rojhilatê Hindistanê hejmara kesên ku di lehî, şimitîna axê û qezayên ji ber barana mûsonê pêk hatin de jiyana xwe ji dest dan derket 131’an.

Li gorî nûçeya Hindustan Times, barana zêde di bin bandora demsala mûsonê de li hersê herêmên navborî bandoreke zêde kiriye.

Li 32 ji 36 navçeyên Assam 4,7 milyon kes ji ber lehiyê bandor bûne.

Ji 36 herêmên Assamê 32 ji wan ku nêzî 5 milyon kes lêne ji lehiyê bandor bûne.

Li Bangladeş ji ber lehiyê pêwistiyên sereke nagihêje welatiyan

Li Bangladaşê jî rewş hemane.

Barana ku bû sedema lehiyê, şert û mercên jiyanî zehmet kiriye.

Wezîrê Îdareya Afetê û Alîkariyê yê Bangladêşê Enamûr Rahman ragihand ku ji herêmên Sunamganj û Sylhet ên ku herî zêde ji baranê zirar dîtine nêzî 100 hezar kes hatin veguhestin.

Her li heman herêman 4 milyon jî asê mane.

Hat diyarkirin ku barana mûsonê ya ku ji 17’ê Hezîranê ve dibare, herî zêde bandor li bakur û bakur-rojhilatê welat kiriye.

Hat ragihandin ku hejmara kesên di lehiya ku ji ber barana zêde pêk hat de jiyana xwe ji dest dan derket 27’an.

Li Başûrê Çînê bi sedhezaran kes hatin veguhestin

Li herêmên navîn û başûr ên Çînê, dawiya biharê bi destpêka havînê re baran gelekî dibare.

Dibistanên li wîlayeta Gûangdongê, kirin navendên stargehê yên demkî û bi sedan kon li qada sporê hatin danîn.

Li herêma Gûangxî ya li başûr jî ji sala 2005’an û vir ve barana herî zêde bariya.

Li gorî medya xwecihî, şêniyên herêmê bi botan hatin veguhastin, qadên xwecihî di nava heriyê de man.

Li rojhilat jî li wîlayeta Fîjûan a li pêşberî girava Taywanê, ji destpêka mehê û vir ve zêdeyî 220 hezar kes ji bo tedbîrê ji herêmê hatin veguhastin.

Baranên mûsonê yên ku di mehên Hezîran-Îlonê de li Asyaya Başûr bi bandor in, her sal bi taybetî li Hindistanê dibe sedema felaketên xwezayî û qezayên mezin.

Back to top button