NY: Di nava 3 mehên despêka salê de, 105 kes hatine darvekirin

NY têkildarî darvekirinên li Îranê rapora ku amadekirî eşkere kir.

Li gorî raporê;

Di navbera 3 mehên despêka salê de, 105 kes hatine darvekirin.

Di qada navnetewî de rêveberiya Tahranê rastî bertekên tund tê.

Ji ber biryarên darvekirinê yên li welat, rêxistinên mafên mirovan bertekan nîşan didin.

Li gorî rapora Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres, di navbera 1’ê Çile û 20’ê Adarê de li Îranê herî kêm 105 kes ku piraniya wan ji komên hindikayî ne hatine îdamkirin.

Ji daneyên ku hatine parvekirin tê xuyakirin ku jimara kesên hatine darvekirin yên sala 2022’an wê zêde be.

Cîgira Komîsera Bilind a Mafên Mirovan a NY Nada Al-Naşif li pêşiya Civata Mafên Mirovan a NY li Ceneva Swîsre axivî û îdamên li Îranê şermezar kir.

Nada Al-Naşif got,

“Sekreterê Giştî ji zêdebûna îdamên ku ji ber maddeyên narkotîkê jî di nav de ye, gelekî bifikare.”

El-Neşif diyar kir ku cezayê îdamê li Îranê di tawanên ne giran de û bi rêyên ku li gorî pîvanên dadgehkirina dadmendane nayên sepandin, berdewam e û got;

52 kesên ku bi tohmeta madeyên hişber cezayê darvekirinê li wan hatibû birîn, Adara borî ji bo darvekirinê şandin Girtîgeha Şîrazê.

Di rapora ku îşaret bi daneyên ji aliyê saziyên sivîl ve hatine berhevkirin dike de, hat diyarkirin ku di sala 2020’an de li Îranê 260 kes hatine darvekirin.

Li Îranê 2021’an 310 kes hatin darvekirin

2021’an jî 14 ji wan jin, herî kêm 310 kes hatin darvekirin.

Back to top button