Li herêmên bakur û rojhilatê Sûrî rûberên berfireh ji zeviyên çandiniyê şewitîn û hatin şewtandin. Ev yek jî zirarek mezin li cotkaran kir. Ji bo alîkariya van cotkaran Rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê Sûrî biryar da ku wê alîkariya kesên mexdur bikin.
Hevserokê desteya aborî û çandiniyê Selman Barûdo dazanîn ku ew ê alîkariya cotkaran bikin.
Selman Barûdo li ser makanîzmeya alîkariya bi cotkaran re ev agahî da:
Destpêkê Komîteyên çandiniyê û ewlehiyê wê bîlançoyekê derbarê şwata zeviyên şêniyan çêbikin.
Piştre wê şêniyên zeviyên wan şewitîne wê li ser belgeyan îmze bikin.
Em ê jî li gorî derfetên xwe pereyên li ser xisara şêniyan bidin.
Heta niha bi qasî 45 hezar hiktar ji zeviyên çandiniyê genim û ceh şewitîne.
Her wiha 6 terektor û patoz û 2 hezar û 500 darên zêtûna şewitîne.