HPG’ê: Li Avaşîn û Metînayê 10 leşkerên din ên artêşa Tirk hatin kuştin

Li herêmên Metîna û Avaşînê, gerîlla li hêzên artêşa Tirk dan. Li gorî çavkaniyên HPG’ê, di çalakiyan de 10 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê agahiyên dawî yên şer û berxwedana li qadên gerîlla parve kir.

Navendê diyar kir ku hêzên wan bi rêbaza tîmên gerok, derbên giran li artêşa Tirk dixin û têkildarî encama çalakiyan, ev agahî dan:

21’ê Hezîranê hêzên dagirker li Qada Werxelê ketin kontrola tîmên gerîlla ên gerok.

Berê êvarê gerîlla bi çekên giran li wan da û di encamê de leşkerek hat kuştin.

Heman rojê, artêşa Tirk xwest bi çekên kîmyewî li tunelên şer ên Qada Werxelê bide.

Gerîlla bi çalakiya sabotajê bersiv dan.

Li vir jî leşkerek hat kuştin û 2 birîndar bûn.

Li Qada Şehîd Çekdar jî di encama lêdana gerîllayên sekvan de, leşkerek artêşa dagirker hat kuştin.

Dîsa 21’ê Hezîranê li Qada Girê Hekkarî çalakiyên bi bandor pêk hatin.

Gerîlla li derdora Girê Şehîd Akîf bi ser çeperên artêşa Tirk de girtin.

Di çalakiyê de 6 leşker hatin kuştin.

Heman rojê li derdora Girê Şehîd Leşker, dema ku helîkopterê xwest leşkeran deyne, bû armanca lêdana gerîlla.

Ji ber vê destwerdanê, helîkopterê nekarî leşkeran deyne qadê û neçar ma ji dûr bikeve.

Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku artêşa Tirk di 48 saetên dawî de li dijî herêmên gerîlla ev êrişê pêk anîne:

Tunelên şer ji aliyê dagirkeran ve 10 caran bi teqemeniyan û 6 caran bi çekên kîmyewî hate bombebarankirin.

Artêşa Tirk her wiha 4 caran bi balefiran û 7 caran jî bi helîkopteran, qadên gerîlla bombardiman kirin.

Back to top button