Li Ukrayna ji ber êrişa hêzên Rûs li Xarkovê 15 kes hatin kuştin

Li gel destwerdana hêzên cîhanî jî şerê li Ukraynayê 4 meh in bidawî nabe. Hat ragihandin ku li herêma Xarkovê, ji ber êrişa hêzên Rûs 15 sivîl hatine kuştin. Li aliyê din Dozgeriya Ukraynayê jî îdîa kir ku ji roja destpêkirina şer ve 324 zarok di encama êrişan de jiyana xwe ji dest dane. Di vê navberê de topxaneyên Almanyayê doh gitştin ber destê artêşa Ukraynî.

Şerê li Ukraynayê dikeve meha xwe a 5’an..

Heta niha ji ber êrişan, ji sedî 25’ê xaka Ukranyayê ketine bin kontrola hêzên Rûs.

Ji herdû aliyan bi deh hezaran kes hatine kuştin.

Wekî din bêtirî 15 mîlyon Ukraynî jî ji cih û warê xwe bûne.

Li hemberî vê encama giran, hewldanên di bin navê çareseriyê yên hêzên Rojavayî jî bê encam mane.

Û ji ber vê çendê rojane nûçeyên êrişên nû têne belavkirin.

Herî dawî rayedarên Ukraynî ragihandin ku li herêma Xarkovê ji ber bombardomana hêzên Rûs 15 sivîl hatine kuştin.

“Heta niha ji ber êrişên Rûsyayê 323 zarok hatine kuştin”

Bi êrişa li dijî bajarê Xarkovê re, careke din mijara sivîlan ket rojevê.

Lewma heta niha ji hêzên leşkerî zêdetir, zerar li sivîlan bûye.

Beriya çend rojan jî hatibû eşkerekirin ku ji roja şer destpêkirî, 324 zarok di encama êrişên Rûsyayê de hatine kuştin.

Li Rojhilatê welat şer giran e

Di vê navberê de li rojhilatê welat jî şerê di navbera hêzên Rûs û artêşa Ukraynayê de dijwar e.

Serokê Ukraynayê Zelensky rewşa dawî li herêma Donbasê bi van gotinan pênase kir:

Bi rastî jî rewşa leşkerî ya li Luhanskê kambax e. Dagirker bi dijwarî êrişî me dikin.

Em li bendê ne ku hêzên cîhanî hê zêdetir çekên pêşketî ji me re bişînin.

Almanya topên obus şandin Ukraynayê

Ev banga Zelensky piştî şandina alîkariya leşkerî ya Almanyayê hate kirin.

Bi vê banga Zelensky re

Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Oleksii Reznikov (Oleksî Reznîkov) ku topên Onus ên ji aliyê Almanyayê ve hatin şandin, gihiştin wan.

Topên behsa wan têne kirin yek ji çekên herî pêşketî yên Almanyayê ne.

Ev top dikarin hedefên bi rûrahiya 40 kîlometre bêbandor bikin.

Back to top button