Moskow: Me bi Tirkiyê re li ser danûstaninên derxistin genimê Ukrayna lihev kir

Tirkiye û Rûsya ji bo derxistina genimê Ukrayna di nava danûstandinan de ne. Moskow ragihand ku wan ser danûstandinên bo derxistina genimê Ukrayna li hev kirine.

Hat hînbûn ku civîna bilind a çaralî ya ku tê plankirin ku stokên genim ên li Ukraynayê bigihêjin bazarên cîhanê, wê di nava 10 rojan de li Stenbolê bê lidarxistin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê piştî civîna doh ya Tirkiye û Rûsyayê ya li Moskowayê daxuyaniyek da.

Wezaretê diyar kir ku aliyan li hev kirine ku ji bo derketina bi ewle ya keştiyan ji benderên Ukraynayê û hinardekirina genim danûstandinên xwe dewam bikin.

Wezaretê hevdîtina navbera şandeyan di çarçoveya xebatên derxistina bi mîlyonan ton genim ku derketina wan a li benderên Ukraynayê hat astengkirin nirxandin.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê got, “Şandên Rûsî û Tirkî li ser dewamkirina şêwirên ji bo derbasbûna keştiyên ewle û hinardekirina genim ji benderên Ukraynayê li hev kirin.”

Li gorî nûçeyên di çapemeniya Tirkiyê de hatine weşandin, wê di civîna lutkeya li Stenbolê de, Tirkiye Rûsya, Ukrayna û NY amede bin.

Back to top button