Nûnera Meclisa Sûriye Demokratîk a li Amerîka Sînem Mihemed diyar kir ku divê Washington xebatan bidomîne da ku li herêmên Sûriyê yên nû ji çeteyên DAIŞ’ê hatine rizgarkirin, aramî pêk were û got: “Divê hêza xwe ya fişarkirinê bi kar bîne da ku bigihînin çareseriya siyasî.
Nûnera MSD’ê li Amerîka Sînem Mihemed ji ajansa Dengê Emerîkayê re axivî û got:
Divê DYE ya ku piştevaniya têkbirina DAIŞ’ê kiriye, piştgiriya pêkanîna aramiyê li Sûriyê bike.
Niha ji DYE’yê tê xwestin ku nakokiyên li herêmê sivik bike û nehêle şerên nû pêk werin.
Nûnera MSD’ê li Amerîka Sînem Mihemed dest nîşan kir ku piştevaniya projeya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê bibe nuqteya guhartinê di paşeroja welat de.
Bi wê re jî wê bibe guhartina rejîma Sûriyê û avakirina sîstemeke demokratîk ku tevahî gelên Sûriyê beşdar bibin.