Li Kamboçya masiyê herî mezin yê ava şîrîn ê li cîhanê hate girtin

Li cîhan masiyê herî mezin yê ava şîrîn hate girtin. Masîgirên Kampoçyayî masiyê ava şîrîn yê 300 kîlogram û nêzî 4 metreyan dirêj girtin.

Li Kamboçyayê masiyê ava şirîn ê 300 kîloyî ku tê texmînkirin “li cîhanê yê herî mezin e” bi toran de hat girtin.

Masîgirek li Girava Koh Preah, li çemê Mekong, yê di cîhanê de çemê herî dirêj yê 12 emîne masî girt.

Çemê navborî di nav axa Çîn, Laos, Tayland, Kamboçya û Vîetnamê re derbas dibe.

Masiyê ku tê texmînkirin yê herî mezin yê ava şîrîn ê cîhanê ye, 300 kîlogram e.

Dirêjahiya wê, bi qasî 4 metre û pehnahiya wê jî 2,2 metre ye.

Hat parvekirin ku çîçeka dêw a di xetereyê de bi girêdana amûrek şopandinê ve ji bo şopandina tevgerên wê vegere nav çem.

Zanyarê Biyolojî Zeb Hogan diyar kir ku li gorî lêkolînên wî yê 20 salên dawî ev masiyê herî mezin yê ava şîrî ne.

Li ser heman çem ê sînorê Taylandê masîyekî ku giraniya wê 293 kîloyî hatibû dîtin.

Back to top button