Dîplomasiya Hevbeş a Tevgerên Kurdistanî li Brûkselê civiya û plansaziya xebatên hevbeş danî

Komîteya Dîplomasiya hevbeş a partî û rêxistinên siyasî yên kurdistanê di 18 Hizêranê de li navenda KNK’ê ya li Brûkselê civiyan û rewşa Kurdistanê û 100 saliya Lozanê hat niqaşkirin. Encamnameya civînê hat eşkerekirin.

Di 18’ê Hezîrana 2022’an de li navenda Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK a li paytexta Belçîka Brukselê, komîteya Dîplomasiya hevbeş a partî û rêxistinên siyasî yên kurdistanê li hev civiyan..

Ev civîn a 21. bû û tê de 99. û 100. salvegera peymana Lozanê, dagirkeriya dewleta Tirk û êrişên li Kurdistanê û hevkariya NATO û bêdengiya navnetewî hatin niqaşkirin…

Civîn bi encamnameyekê bi dawî û hin xalên sereke wiha hatin diyar kirin:

“Divê hêzên Navnetewî li hember sûcên dewleta Dirk bêdeng nemînin”

-Dewleta Tirk, dijminê sereke yê gelê Kurd e, li seranserê Kurdistanê êrişan dike û li hemî Cihanê dijî gelê Kurd di nava tevgerê de ye.

-Di şerê li dijî Gerîlayên Kurdistanê de, dewleta Tirk çekên qedexe û yên kîmyewî bi kar tîne û heta niha gelek şervanên azadiyê bi çekên kîmyewî şehîd bûne.

-Neteweyên yekbûyî û OPCW di sêrî de, em bang li hemî saziyên peywendîdar yên navneteweyî dikin ku li hember vê rewşê bêdeng nemînin.

“Li hember sûcên dewleta Tirk divê hêzên Kurdistanî dengê xwe bilind bikin”

-Bang li hemî hêzên Kurdistanî dikin ku li hember êriş û dagîriyê derkevin, nakokiyên di nav xwe de bidin aliyekî û ji bo parastina destkeftiyên Kurdistanê bi hev re tevbigerin.

“Şengal divê bê parastin û rêveberiya wê were destekkirin”

-Divê hemû hêzên Kurdistanî li dijî êrişên dagirkirinê yên li ser Şengalê derkevin û Şengal bê parastin, ew xwe bi rêve bibin.

-Rêjîma Îranê rojane kolberan dikuje, girtiyên siyasî îdam dike, siyaseta bêdengkirin û asîmîlasyonê xurt dike.

“Em têkoşîna gel û hêzên Rojhilatê Kurdistanê û gelên Îranê destek dikin”

-Em zext û êrişên dewleta Îranê şermezar dikin, tekoşîna gel û hêzên Kurdistanî yên rojhilatê Kurdistanê û yên gelên Îranê destek dikin.

“Ji bo Rojava divê sîwana parastinê bê avakirin û sûcên li Bakûr bên teşhîrkirin”

-Pêwîste Rojava û hemî herêmên Bakur û Rojhîta Sûriyê bêne parastin û divê sîwaneke navneteweyî ya parastinê ji Rojava re bê avakirin.

Dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê êrişê hemû destketî û nirxên gelê me dike û girtinan dewam dike..
Herî dawî 16 rojnamevan hatin girtin.

-Ji bo ev rewş di qada navneteweyî de baştir bê nasîn û li hember polîtkayên dewleta Tirk helwest bê girtin, em xwe erkdar dibînin.”

“Em bang li hemû hêzên Kurdistanî dikin ku bi hevre kar bikin”

Di dawiyê de jî komîteyê bang li hemû partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî kir ku tevlî Komîteya Dîplomasiya Hevbeş ya Partî û Rêxistinên Siyasî yên Kurdistanî bibin û got: “Em bi hev re karê diplomasiya Kurdistanê bikin.”

Her wiha Komîteya xebatên sed saliyê hate firehkirin û plansazî hate danîn.

Back to top button