Bi hezaran welatiyên herêmê sersaxî ji malbata şehîd Ferhad Dêrik re xwestin

Ji bo Ferhad Dêrik ku duh bi merasimeke bi heybet hat oxirkirin li qada Kornêş a Dêrikê konê sersaxiyê hate vedan. Îro bi hezaran kesî serdana kon kirin û sersaxî ji malbata şehîd Ferhad Dêrik re xwestin. Di axaftinên ku li bin kon hatin kirin û peyamên hatin dayîn de qala têkoşîn, kesayet û jiyana Şehîd Ferhad hate kirin.

Îro bi hezaran şêniyên herêmê, endam û nûnerên partî û meclisên saziyan li stada Kornêş a navçeya Dêrikê kom bûn û sersaxî dan malbata şehîd.

Stad bi wêneyên şehîd Ferhad Şiblî û yên rêber Abdullah Ocalan hate xemilandin.

Di merasîmê de Cîgirê hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer, Hevserokê Meclisa Navçeya Dêrikê Mihemed, endama Rêveber ya kantona Qamişlo Fatima Tahir û ji rêveberên Meclisa Eşîran şêx Sînan axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata Şehîd re hate xwestin û soza berdewamiya riya şehîdan û bilindkirina asta tekoşînê û berxwedanê hate dayîn.

Her wiha dayîka Şehîd jî axivî û diyar kir ku ew ê jî li ser şopa kurê xwe be.

Di dawiyê de nasnameya şehîd Ferhad Şiblî hate xwendin û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bênavber hatin berzkirin.

Back to top button