Yekîtiya Jinên Ciwan li Reqayê meşek li dijî êrişan li darxist

Berxwedan û têkoşîna gelê herêmê ya li dijî êrişên dagirkeriya Tirk bê navber dewam dike. Îro jî li gelek herêman çalakî hatin lidarxistin û êriş û dagirkeriya li ser herêmê hatin şermezarkirin.

Çalakî û berxweedana gelên herêmê yên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker didomin.

Îro jî li dijî êrişan li gelek deveran çalakî hatin lidarxistin.

Yekîtiya Jinên Ciwan li Reqayê bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk meşek li darxist.

Endama rêveber a Ciwanên Şoreşger Buşra El-Ehmed axivî û êrişa dijî şehîd Ferhad û êrişên ser herêmê şermezar kir.

Yekîtiya Jinên Ciwan: Divê jinên ciwan li hember êrişan dengê xwe bilind bikin

Piştî meşê veguherî mêtingê daxuyanî hate dayîn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin piştî dewleta Tirk a dagirker li herêmên parastinê yên Medyayê têk çû, berê xwe da herêmê.

Di dawiya daxuyaniyê de jinên ciwan teqez kirin li dijî êrişan wê têkoşîna xwe mezin bikin.

Desteya rûspiyan li Qamişlo daxuyanî li dijî êrişan da

Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî têkildarî gefên dewleta Tirk a dagirker li Qamişkoyê daxuyaniyek da.

Desteya Rûspiyan diyar kir ku dewleta Tirk ji şerê Ûkraynayê sûdê werdigre û wiha got: “Ev şer rê li pêş sultanê Osmaniya nû vekir û gefên êrişên nû li ser herêmê xwarin.

Ev gef li dijî aramî û ewlehiyê ye. Em wek eşîr divê li dijî êrişên qirkirinê hevgirtî bin.” ‎

Desteyê bang li NY, ‎rêxistinên mirovî û hiqûqî kir ku li kêleka gelê Sûriyê li hember gefên ‎dewleta Tirk bisekinin.

HPC: Em rê nadin êrişeke nû a li dijî herêmê

Hêzên Parastina Civakê HPC’ê jî li Hesekê daxuyanî li dijî êrişan da.

HPC’ê di daxuyaniya xwe de got: “Em ê her dem li dijî êrişên dagirkeriyê bisekinin û em rê nadin êrişeke nû a li dijî herêmê.”

MSD’ê li Dêra-Zorê civînek ji jinan re lidarxist

Li aliyekî din jî MSD’ê civînek berfireh ji jinên siyasetmedar û çalakger ên li Dêra Zorê re li darxist.

Di civînê de hevseroka desteya rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed axivî û got: “Êrişên ku pêk tên bi armanca guhertina demografiya herêmê ye.

Dewleta Tirk dixwaze erdnîgariya dagirkeriya xwe berfireh bike, lewma êrişên xwe zêde kirine.”

Ilham Ehmed da zanîn ku divê li hember van êrişan li berxwe bidin û têkoşîna xwe bilind bikin.

Beşdarên civînê jî teqez kirin ku yekane rêya têkbirina van êrişan hevgirtin û yekîtiya pêkhateyên herêmê ye.

Back to top button