Li cihê şehadeta Zehra,Hebûn û Emîne find hatin pêxistin

2 sal li ser Komkujiya Helincê re derbas bû.Kongra star li Kobanê, ji bo bîranîna şehîdên komkujiyû find li cihê ku 3 jinên şoreşger hatibû şehîdxistin vêxist.Li Silêmaniyê jî her Sê jinên şoreşger hatin bîranîn.

Ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Helincê Zehre Berkel, Emîne Weysî û Hebûn Mele Xelîl, Kongra Star li Kobanê çalakiyek li darxist.

Bi dehan endamên Kongra Star tevlî çalakiyê bûn û li cihê komkujiyê find pêxistin û gurzên gulan danîn.

Li Silêmaniyê her sê jinên şoreşger hatin bîranîn

Li Silêmaniyê Nûnertiya PYD’ê jî bi heman ermancê semînerek li ser jiyan her sê şehîdan hat dayîn.

Semîner ji aliyê Nûnera Kongreya Star a Başûrê Kurdistanê Lêman Şawiş ve hat dayîn.

Lêman diyar kir ku her sê jinan bê dudilî têkoşîn dikirin.

Lewma Erkê me jî şopandina rêbaza wane.

Back to top button